Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) li Iraqê kir.
Li civînê de pêşhatên dawî yên proseya siyasiya Iraqê û hilbijartina Desteya Serokayetiya Encumena Nûneran û hewlên wan yên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Federaliya Iraqê guftûgo kirin.
Her du alî tekez li ser girîngiya parastina aramiya siyasî li Iraq û gihîştina hêz û aliyan bi têgihiştineke komkerê hevbeş ya ji bo çareserkirina kêşeyan û pêkanîna hikûmetek kir ku bikarê gefên li ber derbas bike û xizmet bi berjewendiyên bilindên welat û tevahiya pêkhatên wê bike, kêşeyan jî bi taybetî kêşeyên Hewlêr – Bexda li ser bingeha destûrê çareser bike.
Di derbarê hilbijartinên paşerojê ya Parlemena Herêma Kurdistanê de jî, her du alî hevra bûn ku girînge di dema xwe da bê encamdan.