PolîtîkRojev

Li girtigeha Xiwêran şer berdewam e

Şer û aloziyên di navbera hêzên HSDê û çekdarên DAIŞê de li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê berfirh dibe. Ji her du aliyan gelek kuştî hene.

Şer û aloziyên ku şeva borî bi êrişa çekdarên DAIŞê li dijî girtîgeha Xiwêran li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ku tê de bi hezaran girtiyên DAIŞê hene, dest pê kir, heta niha jî didome.

Li gorî agahiyan, hinek girtiyên DAIŞê karîn birevin û xwe li taxên derdora girtîgehê veşêrin.

Saziya çavdêriya mafên mirov li Sûriyê jî ragehandiye, heta niha di şerê Hesekê de herî kêm 64 kes hatine kuştin ku derdora 40 kes ji wan çekdarên DAIŞê ne, yên din jî sivîl û hêzên HSDê ne.

Wê saziyê daye zanîn jî, girtîgeh di nav de ketiye destê çekdarên DAIŞê lê HSD dibêje, wan girtîgeh û ew cihên ku girtiyên DAIŞê xwe tê de veşartine, dorpêç kirine û beşek mezin ji wan girtiyên ku reviyane, jî girtine. 

HSD: Me derdora 90 girtiyan dîsa girtin 

Ji aliyekî din HSDê li Hesekê qedexeya hatinçûnê ragehand û daxwaz ji xelkê bajêr kir her tiştek bi guman dîtin, yekser wan agahdar bikin.

Li gorî dîmenên ku hatine belavkirin, firokeyên hêzên hevpeyman jî hinek caran wan taxên ku çekdarên DAIŞê tê de ne, bordûman dikin.

Back to top button