Piştî nîvroya îro çarşem 14.07.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz General Richard Bell Cîgirê Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriye û şandeke li gel da kir.
Li civînê de pêşketinên dawî yê şerê terorê û gef û metirsiyên Da’îş li Iraq û Sûriye, alîkarî û hemahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê û erkê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îşê guftûgo kirin û nirxandina rewşê kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasî piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê li şerê dijî Da’îş da kir û balkişand li ser girîngiya rahênan û meşqpêkirina Pêşmerge ya ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve kir.
Ji aliyê xwe ve General Bell xweşhaliya xwe ji bo alîkarî û hemehangiya hêzên wan ya li gel aliyên peywendîdarên li Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û hemahengî û alîkariya di navbera Pêşmege û artêşa Iraqê ya ji bo rûbirûbûna Da’îşê bi pêwîst zanî.
Her du alî li ser girîngî û pêwîstiya alîkarî û hemahengiya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo nehiştina yek carekiya Da’îşê û alîkarî û hevbeşiya bi navê dabînkirina aramiya li Iraq û navçeyê de hevra bûn.