PolîtîkRojev

PKK’ê li ser nakokiyên YNK’ê daxuyaniyek da

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê li ser nakokiyên rojên borî di nava Yektîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) der derketî daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya PKK:

“Hêvî û baweriya me ew e ku krîza rêveberiyê ya rojên dawî di nava Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistanê de derketî û her diçe zêdetir dibe, li gorî mekanîzmeya raye ya partiyê ku di kongreyê de hate hilbijartin, li ser bingehê berpirsiyariyn hiqûqî yên partî û netewî, çareser bikin.

Partiya YNK a ku Birêz Celal Telebanî avakirî, bi qasî têkoşîna netewî ya Kurdistanê, di warê wateya azadî û demokrasiyê de jî xwedî seknekê ye. Ji bo hemû Kurdan û dostên wan, hê jî xwedî vî rol û mîsyonê didomîne. Di rojên dawî de pirsgirêkên derketî, li ser bingehên hişmeniya rû bi rû û diyalogê, çareserkirina mekanîzmaya rayeyê ya partiyê girîng e. YNK bi qasî li Başûrê Kurdistanê, li parçeyên din ên Kurdistanê û li her cihê Kurd lê ne, partiyeke xwedî qedir û qîmet e. Yanî di xebatên yekîtiya netewî de, dîsa çareseriya pirsa Kurd a navxweyî ya bi rêya diyalog û demokratîk xwedî roleke diyarkere. Divê li ser bingehê vê rol û bendewariyê, bê ku bi demê re bihêle, bê ku kûr bibe, baweriya me heye ku pirsgirêkê çareser bike.

Dema ku mirov li konjektura li nav e binêre; biqasî mayîndekirina destkefiyên Kurdan, pir vekirî xeterî û rîskên mezin jî hene. Di pêvajoyeke wiha de, bê ku pirsgirêkên navxweyî bê kûrkirin, divê ji helwestên hevdu sûcdarkirin, dîsa ziyanê bide nirxên demokrasî yên hene, dûr bikevin, organên xwedî raye yên partiyê bikevin dewrê û çareser bikin. Berovajî vê, wê bandorê li rewşa heyî ya YNK’ê bike, hem jî wê rê li ber zeîfiya xebat û pilanên dema bê û siberojê veke. Ev jî wê li gel partiyê zirarê bide doza azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd.

Em weke partî tim me di têkoşîna azadiya Kurdistanê de rola YNK’ê li ber çav girtiye û girîng dîtiye. Em tim girêdayî nêzîkatiya çareser û hişmendiya hevpar a çareserkirina pirsgirêkan a biratiya Birêz Celal Telebanî, Îbrahîm Ehmed û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûne. Ji bo dema li pêşiya me jî, ji bo rol û mîsyona YNK’ê li ser vê xetê bimeşe, erka dikeve ser milê me em ê bicih bînin. Tavilê pirsgirêk û nakokiyan û dîsa dijminên gelê Kurd nedin kêfxweşkirin, bê ku rê neyê dayîn ku YNK ziyanê bibîne, didin diyarkirin ku divê çareseriyê peyda bikin.”

Back to top button