li hevdîtina xwe ya dawî ya li Konferansa Asayîşa Munich da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Thomas Erndl Serokê Lîjneya Karubarê Derveyê Parlemena Almanya û hejmarek ji Endamên Grûpên Parlementerên CDU û CSU civiya.
Li hevdîtinê de behsa peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Almanya û çawayiya zêdetir pêşxistina warên alîkarî û peywendiyan, piştgîrî û yarmetiyên Almanya ya ji bo Herêma Kurdistanê û rewşa Iraqê bi giştî xistin ber behs û guftûgoyan.
Serok Nêçîrvan Barzanî, spasî piştgîrî û hevkariyên mirovî û serbaziyên Almanya ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest Parlemen û Hikûmeta Almanî li piştgîriya yarmetîdana Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam bin.
Peywendiyên Hewlêr – Bexda û pirsa koç û koçberan, mijarên dinê hevdîtinê bûn.


Serokatiya Herêma Kurdistan – Iraq