Polîtîk

Li bakurê Kurdistanê gavek ber bi yekitiyek netewî ve…!

3 Parti û aliyên siyasî li bakurê Kurdistanê ji bo yekitiyek netewî gavek hevbeş avêtin. Hersê aliyan daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ya Kurdistanê ragihandin..

DAXÛYANÎ

Ji bo rê li ber çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê vebe, werin em li ser daxwazên xwe yên acîl hêza xwe bikin yek!

Em weke partî û tevgerên kurdistanî yên li xwarê navê wan hene, dibêjin li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê, pirsa Kurd û Kurdistanê ev 98 sal e ku nehatîye çareser kirin.

Em hebûna miletê Kurd û Kurdistanê esas digirin, Alaya Kurdistanê wek nirxeke neteweyî dibînin. Em xwe berdewamîya doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê ya 200 salî dibînin.

Em dibêjin pirsa Kurdistanê, pirsa mafê çarenûsîya miletê Kurd e;pirsa li ser axa Kurdistanê mafê statuyeke sîyasi, neteweyî, coxrafî ye; pirsa li ser axa Kurdistanê xweîdarekirina gelê Kurdistanê ye.

Em dibêjin pirsa Kurd jî, li bajarên metropolên Tirkîyeyê pirsa mafên ziman, kulturî û demokratîk yên kurdan e; pirsa li bajarên metropolên Tirkîyeyê yên ku kurd weke nifûs piranî ne, mafê  îdarekirinên herêmî ye.

ji bo rê li ber çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê vebe, ji bo ji îro ve em wek gelên Kurdistanê û kurdên ku li bajarên metropolên Tirkîyeyê dijîn, mafên xwe yên acil bidest bixin,divê em weke terefekî tevbigerin.

Bi vê hişmemdî û armancê, em bangî hemû pêkhateyên gelên Kurdistanê û gelê xwe yê li bajarên metropolên Tirkîyeyê dijîn dikin, da ku li ser van daxwazên acîl yên ku piranîya gelên me dikare li dor wan bicive, em hêza xwe bikin yek.

Bernameya Daxwazên Acîl

1- Divê hebûna  miletê Kurd  û welatê kurdan  di Qanûna Bingehîn û di hemû qanûnên Dewleta Tirkîyeyê de bêne qebûl kirin. Divê di Qanûna Bingehîn ya Tirkîyeyê û di hemû qanûnên din de qedexeyên li ser navê Kurdistanê û li ber  dezgeh û partîyên bi navê Kurdistanê ji holê rabin. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî.  Divê li Bakurê Kurdistanê perwerdehîya bi zimanê kurdî; li bajarên metropolên Tirkîyeyê li dibistanan mafê fêrbûn û xwendina zimanê kurdî bê qebûl kirin. Divê astengîyên li ber çand û medyaya kurdî ji holê rabin û van hemû maf û gav di Qanûna Bingehîn û di hemû qanûnên peywendîdar de bêne bi cîh kirin.

2-Divê hemû asteng û qedexeyên li pêşîya azadîya ramanî, dînî û rêxistinî bêne rakirin û ew di Qanûna Bingehîn û di qanûnên din de bêne garantî kirin.

3- Divê hemû  kesên ku ji ber xebatên xwe yên siyasî û ji ber nivîsandin û îfadekirina fikrên xwe di hefsan de ne bêne berdan û  dawî li van hemû daweyên bê anîn û divê herkes bikaribe bi awakî azad vegere welatê xwe.

4- Divê Dewleta Tirkîyeyê, divê hemû peymanên ku li gel Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewropayê îmze kirine û hemû peymanên navdewletî bi cîh bîne, hemû şerhên xwe yên danîye ser peymanan ji holê rake. Divê Dewleta Tirkîyeyê Madeya 90î ya Qanûna Bingehîn ya Tirkîyeyê bi cîh bîne.

5- Divê hemû navên, gund, bajar, bajarok û navçeyên cografî li Kurdistanê ku hatine guherandin weke orjînalên wan yên berê, paş de bêne guherandin.

6- Divê hemû neheqî, zext, qedexe û astengîyên qanûnî, fîîlî û civakî yên li ser jinan bêne rakirin.

7- Divê hemû neheqî, zext, qedexe û astengîyên qanûnî, fîîlî û civakî yên li ser elewî, rêya heqîyê, êzîdî û hemû alîyên dînî û mezhebî bêne rakirin. Hem azadîya bawerîyê, hem mafê bawernekirinê ji alîyê dewletê ve bê garantî kirin.

8-Ev maf û daxwazên gelê me yên acîl û rewa,  nabe ku bi tu awayî bi rawestandina şerî ve, bi hebûn û tunebûna şerî ve yan jî bi şerd û mercên din ve  bêne girêdan.

PAK, PSK, TDK-TEVGER 

Back to top button