Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Balyozê Tirkiye civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Elî Riza Guney Balyozê Komarê Tirkiye li Iraqê kir.

Li civînê de peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Tirkiye, proseya siyasî û hilbijartinan û rewşa Iraqê bi giştî, hewla derbaskirina giriftan di derbarê encama hilbijartinan û pêkanîna hikûmeta paşerojê ya Iraqê, metirsiyên terorê û gefên Da’îşê hatin nirxandin.

Her du alî tekez li ser xwesta pêşxistina peywendiyan bi taybetî li warê aboriyê da kir û li ser girîngiya alîkariya hevbeş û hemahengiya ji bo parastina aramiya li navçeyê da hevra bûn.

Pêşhatên dawî û pêşxistinên navçeyê bi giştî û çend babeteke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinê civînê bû ku birêz Konsolê Giştî yê Tirkiye li Hewlêrê têda amade bû.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: