Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî kevirê bingehînê Peymangeha Kultûrî ya Fransa-Almanya danî

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 22.01.2023ê, pêşwaziya li her yek ji birêz Eric Chevalier Balyozê Fransa li Iraqê û birêz Martin Jeager Balyozê Almanyayê li Iraqê, konsulên her du welatan li Hewlêrê û hejmarek wezîr û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Kelha Hewlêrê kir û kevirê bingehîn ê Peymangeha paşerojê a hevbeş a kultûrî a Fransî-Almanî danî ku bi merasîmeke sembolîk birêve çû.

Di merasîmê de Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir ku eva li jêr jî naveroka wê gotarê ye:

Birêzan, hemû alî bi xêr bên. Ez kêfxweşim ku îro beşdarî danîna kevirê bingehînê Peymangeha kultûrî ku karekê hevbeşe di navbera Fransa û Almanyayê da dibim. Em spasiya her yek ji Almanya û Fransayê dikin ji bo hemû piştevaniya wan bo Herêma Kurdistan û Iraqê.

Helbet birêz Sefîn Dîzeyî li ser helwesta Herêma Kurdistanê çi pêwîst bû bi berfirehî rave kir. Tiştê ku ez lê zêde bikim ev e ku ev peymangeh dê bibe pireke din a dostaniya di navbera Herêma Kurdistanê û Almanya û Fransayê da. Van her du welatan di demên qeyranê de hem di warê leşkerî, hem di warê çandî û hem jî di warê mirovî de her cure alîkarî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine.

Îro di vê helkefta mezin da ku, bi dîtina min helkefteke gelek mezine û karekî gelek girîng e, ji ber ku ev peywendiyên çandî di navbera me her du aliyan da bihêztir dike, em spasiya hemû hevkariyên wan dikin û hêvîdar in ku ev hevkarî bi Herêma Kurdistan û Iraqê ra berdewam be. Em spasiya tîmên her du aliyan dikin, yên ku ji Parîsê hatine û yên ku ji Berlînê hatine Hewlêrê û bi me re beşdar bûne.

Em sipasiya Balyozê Fransa û Balyozê Almanyayê li Bexdayê û Konsulê Fransa û Konsulê Almanyayê li Hewlêrê dikin ku di vê merasimê de beşdar bûn û hêvîdar im ev peymangeh bibe pireke din a hevkariyên çandî di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa û Almanyayê da.

Ev bûyerek girîng e, ji ber ku min ji Balyozê Fransa bihîst, ev cara çaremîn e ku ew vê yekê dikin. Beriya niha sê kirin û Hewlêr ya çarem e, tişta ku li Hewlêrê tê kirin, li cihekî gelek girîng e, kela kevnar a Hewlêrê ye, ev jî nîşaneke gelek girîng e ji bo pêwendî û hevkariyên me yên çandî yên hevbeş digel Fransa û Almanyayê.

Careka din spasiya wan dikim û hemû alî gelek bi xêr bên. Gelek spas

Back to top button