CîhanRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî gihîşt Ebu Dabî

îro în 11.06.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî li ser daxwaza birêz Şêx Mihemed Bin Zayid El Niheyanê Cîhnişînê Ebu Dabî û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îmaratê, gihîşt Ebu Dabî ya paytext.

Li rêwresmê da li Firokxaneya Ebu Dabî ji aliyê birêz Ehmed Elî Elsayx Wezîrê Dewlet ve li gel birêzan Balyozê Iraqê li Ebu Dabî û Konsolê Giştî yê Îmarat li Hewlêrê ve hate pêşwazî kirin.

Li gor bernameya serdanê, sibê şemî 12.06.2021 Serok Nêçîrvan Barzanî li gel birêz Şêx Mihemed Bin Zayid El Niheyan bicive.

Li civînê de bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistan û Îmaratê û çawayiya berfirehkirina warên hevbeşî û alîkariya di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Îmaratê dinirxînin, di derbarê pêşhat û pêşketinên dawî yên navçeyê bi giştî de danustandina bîr û ramanan dikin.

Back to top button