Du sal li ser serokatiya Nêçîrvan Barzanî re derbas bûn

Ne tenê Kurdistan, lê belê Iraq û dever jî di rewşeke nexweş de bûn. Rewşa siyasî xerab bû. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi dûrbîniya xwe ya siyasî behsa pirsgirêkan dikir, heya ku ew hizir li cem welatan çêbû ku pêşniyarên Nêçîrvan Barzanî ji bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkan, tekane rê ye. Ev gotina mamosteyê zanîngehê Dr. Xelîl Etrûşî ye ku li ser derbasbûna 2 salan ji serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve, kiribû.

“Nêçîrvan Barzanî nêzîk ji hemû aliyan”

Bi nerîna pispor û mamosteyên zanîngehê, Nêçîrvan Barzanî hertim nerim û aram û jêhatî ye û siyasetmedarek e bi hizreke dûrbîn û fireh di karê ligel pêşhate û bûyeran de. Ew li hindur û derveyî Kurdistanê wekî kesayetiyekî qebûlkirî tê naskirin, ku nerînên cuda û rexneyan bi sîngeke fireh dibe. Herwiha bi wê yekê tê naskirin, ku dikare hemû alî û partiyên siyasî yên nakok lihev kom bike.

Nêçîrvan Barzanî roja 28.5.2019 bi dengê piraniya endamên Parlamentoya Kurdistanê wek serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin. Derbarê wê yekê de Dr. Xelîl Etrûşî wiha got: “Nêçîrvan Barzanî bi wergirtina serokatiya Herêma Kurdistanê gelek girêk vekirin û gelek pirsgirêk çareser kirin. Hebûna wî pêwîstiyeke girîng bû. Li ser asta hindur û derve jî serokatiya herêmê bûye lêvegereke Kurdî û maleke Kurdistanî, ku piraniya pirsgirêkan li serokatiya Herêma Kurdistanê çareser dibin.”

Endazyarê karê dîplomatîk

“Nêçîrvan Barzanî bi nerîna siyasetmedaran û di nava navendên siyasî de bi wê yekê tê naskirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan nerîneke baş hebe, lewma jî bûye cihê baweriyê li cem dezgehên cîhanî jî wek Encûmena Asayişa Navdewletî. Ji ber nerîn û pêşniyarên wî yên girîng, Encûmena Asayişa Navdewletî nameya Serok Nêçîrvan Barzanî kir biryar ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de.”

Ji ber pêwendiyên wî ligel hêzên Iraqê û serkiriyên Iraqê gelek pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de çareser bûne. Serokê Herêma Kurdistanê kariye niha ku pêwendiyên dîplomatîk ên Herêma Kurdistanê bighîne qonaxeke mezin li ser asta Herêma Kurdistanê û cîhanê. Nêçîrvan Barzanî li ser asta navdewletî kesek e ku tê qebûlkirin û ji bo her pirsgirêkekê li navçeyê divê nerîna wî bê naskirin.

Serokatiya herêmê parêzerê mafê pêkhateyan e

Nêçîrvan Barzanî hertim piştevan û parêzerekî mezin e ji bo pêkhateyên Kurdistanê û bi temamî piştevaniyê li mafên wan dike, lewma li ser vê pirsê Pisporê Karûbarê Pêkhateyan Xalid Nermo wiha dibêje: “Serokê Herêma Kurdistanê kariye ku hemû pêkhateyên Kurdistanê garantî û piştrast bike ku Kurdistan cihê hemû pêkhate û ol û neteweyan e.”

Nermo wiha got: “Ne tenê piştevan e, lêbelê bi rastî û bi kar pişta pêkhateyan digre û mafên wan diparêze. Nêçîrvan Barzanî Serokatiya Herêma Kurdistanê kiriye kelehek ji bo parastina pêkhateyên Kurdistanê û ligel berpirsên welatan jî behsa rewşa pêkhateyan dike. Lewma welatên cîhanê jî bi çavekî mezin li pêgeha Herêma Kurdistanê dinerin, ji ber ku tekane cih e ku kariye hemû pêkhateyan lixwe bigre û parlamentoya wê itîrafê bi mafên pêkhateyan dike.”

Nêçîrvan Barzanî piştevanê Rojavayê Kurdistanê ye

Ne tenê li ser asta hindurê Başûrê Kurdistanê, lêbelê Serokê Herêma Kurdistanê li ser asta navçeyê jî roleke berçav dibîne di çareserkirina pirsgirêkan û di alîkariya Kurdên perçeyên din ên Kurdistanê de. Derbarê wê yekê Mamosteyê Zanîngehê û Siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê Dr. Kawa Azîzî wiha dibêje: “Serokê Herêma Kurdistanê her ji destpêka şoreşa Sûriyê û heya niha kariye bibe piştevanek ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê û ji bo ku Kurd li wir çarenivîsa xwe diyar bikin. Dema xelkê Rojava penaber bû û berê xwe dan Herêma Kurdistanê, gelekî alîkariya wan kir.”

Azîzî wiha got: “Nêçîrvan Barzanî herwiha hewl dide ji bo ku aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bibin yek û ji bo wê yekê piştgîriya diyaloga wan dike. Nêçîrvan Barzanî heya niha jî herdem piştevan e ji xelkê Rojavayê Kurdistanê re. Ligel hatina Koronayê tenê wî alîkariya xelkê Rojavayê Kurdistanê kir û ji Rojava re pêdviyên tendirûstî û taqîgeh ji wan re şand.”

Nerîna min :