
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Bexdayê beşdarî merasima roja (Şehîdê Welat) û 20 saliya salvegera şehîdkirina Ayetulah Mihemed Baqir Elhekîm bû. Di merasimê de Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî û hejmareke zêde ji berpirsên hikûmetê û partiyan û nûnerên welatan amade bûn.
Di merasîmê de Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir. Gotara serokê herêma Kurdistanê wek bangek bû ku, pêşeroja Iraqê û Kurdistanê ber bi xweşiyekî ve herê û hukumeta Iraqê erka xwe ya qanşnî bi cih bîne.
Gotara Nêçîrvan BarzanÎ:
Beşdarên hêja,
Silav, bi xêr hatî bo merasima şehîdên welat û 20 saliya şehadeta Ayetullah el-Uzma Mihemed Baqir El Hekîm (Quds Sura).
Em bi navê gelê Kurd li giyanê şehîd Mihrab û hemû şehîdên azadiya Iraqê silav dikin.
Bi bîranîna şehîdê Mihrab Seyîd Mihemed Baqir El Hekîm re hemû bîranînên hevgirtin û têkoşîna bi hev re li dijî zilm û dîktatoriyê di nava me hemûyan de zindî dibe. Seyîd Muhammed Baqir El Hekîm ji aliyê Tevgera Rizgariya Kurdistanê ve gelek bi rûmet e. Ji ber ku wî weke yek ji damezrînerên sereke yên Tevgera Berxwedana Îslamî li Iraqê, di salên têkoşînê de, baweriya wî bi komkirina hemû hêzan hebû.
Di kongreya Serkeftina gelên Iraqê ya li Tehranê di sala 1986an de li gel bavê min Îdrîs Barzanî hevgirtina Kurd, Şîe, aliyên din û hemû pêkhateyên Iraqê bihêztir kirin. Têkiliya xurt a Seyîd Mihemed Baqir El Hekîm li gel Serok Mesûd Barzanî û Serok Mam Celal, gelê Iraqê bi yekrêziya opozîsyona Iraqê kêfxweş kir û bû sedem ku civaka navdewletî piştevaniya gelê Iraqê û opozîsyona li dijî dîktatoriyê bike.
Peywendiyên bihêz di navbera partiyan de bû sedem ku opozîsyona Iraqê di kongreya Londonê de di sala 2002ê de û kongreya Selahedîn di Sibata 2003ê de ji bo danîna gotar û bernameyeke yekgirtî ji bo qonaxa piştî dîktatoriyê, li ser bingeha dabînkirina mafên hemû civakan û birêvebirina Iraqê di bin çavdêriyekê sîstema federal de..
Mucahidê mezin ê Iraqê û şehîdê Mihrabê Seyîd Mihemed Baqir Hekîm yek ji zanayên Iraqê yên di warê şerîat, felsefe û aborî de bû û ji ber wê jî çavê xwe ji hemû netewe û olan re vekirî bû. Aqilmendiya rêberan hertim ji nakokiyên etnîkî û olî dûr dikeve û pirên pêwendî û jiyana hevbeş xurt dike.
Têkiliya Rêberê Şoreşa Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî yê nemir bi Meclîsê Necefê re bû sedem ku Îmam Seyîd Mohsîn Hekîm bi hemû awayî piştgiriya gelê mezlûm ê kurd bike û di sala 1965an de fetwaya qedexekirina şerê dijê Pêşmerge û kurdan de derxist. . Di sala 1974an de, şehîdê mezin ê Iraqê Ayetullah el-Uzma Mihemed Baqir Sedr heman fetwaya qedexekirina şerê kurdan dubare kir.
Bi heman awayî, Ayetullah el-Uzma Seyîd Elî Sîstanî (Xwedê temenê wî dirêj bike) piştgirî da destûra bingehîn a Iraqê ji ber ku maf dide hemû civakên Iraqê. Destûra îraqê bi hev re jiyana hemû îraqiyan li ser bingehê lihevhatin di nav civakên iraqî de bi awayekî federal qebûl kir.
Beşdarên hêja…
Di encama avakirina bawerî û têkoşîna hevpar a hemû aliyan de ji bo derbaskirina dîktatorî û zilmê, hezkirin di navbera hemû netewe û civakên Iraqê de çêbû. Ji ber vê hevkariyê me destûrek nivîsandiye ku yekîtiyê di navbera hemû pêkhateyên Iraqê de li ser esasê dabînkirina mafên hemû civakan bi awayekî wekhev pêk tîne.
Ev destûr girêbesteke siyasî û civakî ye di navbera hemû pêkhateyên Iraqê de, nabe weke niha paşguh were kirin, lê divê bi temamî were cîbicîkirin, daku xelk xwe ji proseya siyasî ya Iraqê dûr nebînin. Divê mafên hemû pêkhateyên Iraqê li gor destûrê bên garantîkirin û sîstema desthilatdariya Iraqê federalî be, ku prensîba sereke ya destûr û sîstema siyasî û îdarî ya Iraqê ye, ku gelê Iraqê di mezintirîn referanduma dîrokî de dengê xwe ji bo erêkirina vê destûrê daye.
Em li Herêma Kurdistanê dûpat dikin ku di warê cîbicîkirina destûrê de û li ser esasê rêkeftina avakirina Hikûmeta Federal a Iraqê piştevaniya xwe ji bo serokwezîr Mihemed Şîa El Sûdanî dikin. Em hêvîdar in di demek nêzîk de xalên rêkeftina avakirina hikûmetê werin cîbicîkirin.
Em jî piştgiriya wî dikin di hewlên wî de ji bo vegerandina desthilata sivîl û xwecihî li hemû parêzgehan. Hewl dide ku di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser mijarên hilawîstî platformek ji bo danûstandin û rêkeftinê çêbike. Hewl dide ku xizmetê bide. Ew hewl dide hevsengiyê ji bo beşdarbûna hemû civakên Iraqî di hemû saziyên dewletê de vegerîne, di nav de artêşa Iraqê jî vê yeke pêkbîne.
Xanim û birêzan…
Me pêwîst dît ku îro werin Bexdayê û beşdarî vê çalakiya taybet bibin. Bi rastî Bexda ji bo me bajarekî ezîz e. Eger mafên herêm û parêzgehan li Bexdayê were rêzgirtin, dezgehên dewletê bibin rengdêreke rastîn a sîstema federalî û maf û xizmetguzarî di asteke bilind de ji bo hemû welatiyên Iraqê bên dabînkirin, dê Bexda gelekî bihêz be. Wê demê Bexda dê bibe parêzvanê hemû navçe û parêzgehên Iraqê. Em bi hev re dikarin bi hêz bin û pêgeha Iraqê bi tevahî bihêztir bikin.
Di rewşa herî xirab a Iraqê de, Hemû gelên Iraqê şanaziyê bi aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê dikin, ji ber ku hêviya vegera aramî û pêşketinê ji bo hemû welat weke beşek ji Iraqê bûn.
Serok Mesûd Barzanî di axaftinên xwe yên li ser serhildana 1991ê de hertim pesnê xwe dide ku di serdema rejîma berê de bi sedhezaran leşkerên iraqî ji Kurdistanê bi selametî hatin şandin. Niha em şanaziyê bi wê yekê dikin ku piştî şerê li dijî DAIŞê 2 milyon û 800 hezar koçber ji bajarên cuda yên bakur û navenda Iraqê hatine Kurdistanê, lê heta vegera wan yek bûyereke tundûtûjiyê rû nedaye. Ev jî cihê şanaziyê ye û nîşana hezkirin û rêzgirtina gelên Iraqê ye. Ji ber wê jî zemîna cîbicîkirina destûrê li Iraqê gelek bihêz e û gel li gel wê yekê ye ku pirsgirêk li Iraqê nemînin.
Beşdarên hêja….
Weke ku em dibînin, pêwîst e ku em di demên tengasiyê de piştgiriyê bidin hev û hemî pêşkeftinên me encama xebata me ya hevbeş bûye. Ji ber vê yekê, niha dema rast e ku her yek ji me biryara xwe bide. Îraq îmkana wê heye ku bi çareser kirina kêşeyan vegere ser pêgeha xwe ya bihêz û hêja li deverê û ev yek jî dê dergehên cîhanê ji Îraqê re veke.
Herêm, parêzgeh, netew, ol û mezhebên Iraqê ne dijminên hev in, divê ji bo bihevre jiyanê û çareserkirina hemû pirsgirêkan kar bikin, nabe em hev weke hevrikiyê bibînin. Olî û pir mezhebî çavkaniya hêza Iraqê ye. Di sîstemeke demokratîk, sivîl û federal de wê hemû hevdu temam bikin û piştgirî bidin hev. Dinyaya îroyîn cîhanek pir etnîkî û pir ol e, li cîhanê yek welat û bajarek nemaye.
Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 40 enîsîte dijîn, Ew jî Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî, Keldanî, Suryan û Ermenîne. Bi hev re serkeftin û pirçandî ava kirine û bi hev re li Herêma Kurdistanê dilxweş in. Ev ji bo me hemûyan rûmeteke mezin e.
Me dît ku mezintirîn rejîma dîktatorî, tundtirîn sîstema ewlekarî û leşkerî û redkirina pirdengiyê li Iraqê, nekariye bijî ji ber ku Iraqî dixwazin bextewar bin û bi hev re di nav aramî û cihêrengiyê de bijîn. Armanca şehîdê Mihrab Ayetullah El-Uzma Mihemed Baqir El Hekîm (Quds Sûra) û hemû şehîdên azadiya Iraqê ev bû.
Li Iraqê gelek tiştên me yên hevpar hene. Ji bo bihevre jiyankirin, hevpejirandin û xebata bi hev re prensîbên hevpar hene. Daxwaza rastîn a hemû Iraqiyan yekitiya wekhev e, ji ber wê jî divê ev xwestek bi cih were. Di dawiyê de, em hemû bi dewlemendî û pêşketinê serbilind in, ne bi dirêjkirin û kûrkirina nakokî û pirsgirêkan.
Hêvîdarim di demek nêzîk de hemû kêşeyên li Îraqê çareser bibin û Îraqî bi xizmetguzarîyên baş bi xweşî bijîn.
Em careke din silav û rêzên xwe ji bo giyanê nemir (şehîdê welat) Ayetullah el-Uzma Mihemed Baqir El Hekîm (Quds Sara) dixwazin. Gelek spas ji bo vê diyariyê.
Gelek spas
Desteyek wene ji merasima roja (Şehîdê Welat) û 20 saliya salvegera şehîdkirina Ayetulah Mihemed Baqir Elhekîm:








