Hilbijartin û helwest

Kîjan tifaq, kîjan partî bi fermî perwerde û fermîyeta zimanê Kurdî qebûl bike û têxe bernameya xwe, divê em bi wê tifaq yan partîyê re tifaqê bikin û piştgirîyê bidin wê…

Nûrî Çelîk

Hilbijartinên ji bo serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê nêzîk dibin. Rojev li ser hilbijartin, hevkarî û berberîya navbera partîyên dewletê ye. Berberî di navbera sê alîyan de germ bûye. Hevkarîya Komarê, Hevkarîya Millet û Hevkarîya Ked û Azadîyê ya ku HDP serê wê dikşîne.

Xirabbûna aborîya Tirkîyê, bêkarî, bertîlxwarin û gendelîya zêde, têkbirin û binpêkirina dad û dadgeh, heq û hiqûqê, desthilatdarî û şirîkatîya çeteyên mafyayê û gelek tiştên din, cîh li hikûmeta AKP û Serokkomar Erdogan teng kiriye. Di piranîya anketên lêpirsînê de xelkên Tirkiyê rasterast dijberîya Erdogan û hikûmeta wî dikin û piştgirîyê didin Hevkarîya Millet a ku serkêşîya wê CHP û ÎYÎ Partî dikin. Hevkarîya Millet her çiqasî xwe wek berdevkê demokrasî û pêşeroja Tirkiyê dibîne jî, helwesta wê ya li dijî HDP (ku HDP wek partî û berdevkê Kurdan tê dîtin) ne kêmî helwesta AKP û MHP ye. CHP partîya bingehîn a dewletê û ÎYÎ Partî jî cêwîka MHP a nîjadperest e. Ew çar partîyên piçûk in û deng û rayên wan pir kêm in. Bi taybet CHP û ÎYÎ Partî ji bo ku hilbijêrên nîjadperest ên mihafazakar ji xwe dûr nexin û dengên wan bistînin, HDP nêzîkî xwe nakin û wê li derveyî koma xwe dihêlin. HDP hem ji alî Hevkarîya Komarê, hem ji alî Hevkarîya Millet ve hatiye afarozkirin. Ji ber vê jî, HDP mecbûr hatiye hiştin ku di derbarê hilbijartina serokkomarîyê de biryara xwe bi xwe bide û namzetek serbixwe derxe pêş.

 Derxistina namzetê HDP wê bi kêrî kîjan alî bê cihê nîqaşê ye. Lê di her halûkarê de, di pêvajoya van çend mehên hilbijartinê de wê gelek lîztikên kirêt, gelek provokasyon bên kirin, ji bo serketina Hevkarîya Komarê wê kujtin jî bên kirin û xwîn jî bê rijandin. Kujtina Kevneserokê Ocaxa Nîjadperestên Tirkiyê Sînan Ateş destpêk  e. Li Mêrdînê kujtina 5 Kurdên  Başûrê Kurdistanê dide xuyakirin ku wê provokasyon û kujtin zêdetir bibin. Wer xuyaye ji bo serketina Hevkarîya Komarê (Erdogan û Bahçelî) wê her tişt û her rê mubah û helal bên dîtin.

Li vir emê zêde behsa HDP nekin, ji ber HDP jî wek partîyên din partîyek dewletê ye,  partîyek bi wesayet û îcazet hatiye damezirandin û îradeya wê ne di destê wê de ye. Li alîyekî dewlet, li alîyekî Îmralî û li alîyê din Qendîl serkêşîya HDP dikin. Çawa ku di 10-15 salên parlamenterîyê de tiştek  ji bo Kurdan nexwestine û di meclîsê de pêşniyazek piçûk jî ji bo zimanê Kurdî nekirine, wê ji îro û pê de jî tiştekî ji Kurdan re nexwazin. Ji ber vê, emê HDP deynin alîyekî û giranîya xwe bidin ser Tifaqa Komarê û Tifaqa Millet.

Destek, piştgirî û dengdayîn bê berjewendî nabin. Her tişt li ser berjewendîyan tên birêvebirin. Em şexsîyet, dezgeh û partîyên derveyî HDP divê ji bo berjewendîyên milletê Kurd nêzîkî partîyan û hilbijartinan bibin. Divê em çend xetên sor  wek bingeh ji xwe re bigrin û bi wan xet û daxwazan nîqaşê bi Tifaqa Komarê û Tifaqa Millet re bikin. Bi taybet perwerdeyî û fermîyeta zimanê Kurdî, qebûlkirina nasnameya Kurdî divê xetên me yên sor bin. Ji nasnameyê zêdetir û girîngtir qebûlkirina perwerde û fermîyeta zimanê Kurdî ye. Ji xwe qebûlkirina fermîyeta zimanê Kurdî tê wateya qebûlkirina nasnameya Kurdî jî. Kîjan tifaq, kîjan partî bi fermî perwerde û fermîyeta zimanê Kurdî qebûl bike û têxe bernameya xwe, divê em bi wê tifaq yan partîyê re tifaqê bikin û piştgirîyê bidin wê. Maden tifaq li ser berjewendîyan tên ava kirin, perwerde û fermîyeta zimanê Kurdî jî divê berjewendîya me ya sereke û esasî be. Kes û alîyên vê yekê qebûl nekin divê em xwe nêzîkî wan nekin û hilbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê ji xwe re nekin derd û serê xwe pê neêşînin.

Pirsgirêka me Kurdan ne bi partîya A yan B re ye. Pirsgirêka me bi sîstemê re ye, bi zagon û makzagonên dewletê re ye. Heger sîstem û makzagonên nîjadperest neyên guhertin, kîjan partî yan tifaq bibe desthilatdar bila bibe, wê ji bo Kurdan heman tas û heman himam be, wê tiştek neyê guhertin. Ji ber vê, heger tifaq yan partîyên ku doza deng û rayên Kurdan dikin perwerde û fermîyeta zimanê Kurdî nexin bernameyên xwe û qebûl nekin, divê em deng û rayên xwe nedin wan û Parlamentoya Enqerê ji xwe re nekin qible. Yanî, kî daxwazên me qebûl bike emê bi wan re bin. Kî neke emê ne bi wan re bin.

Heke daxwazên Kurdan neyên qebûlkirin, li gor min tenê rêyek ji me re dimîne ku ew jî hilbijartinên herêmî ne. Ji me Kurdan re hilbijartinên herêmî ji kursîyên Parlamentoya Tirkiyê girîngtir in. Divê em hemû hêz û qeweta xwe bidin hilbijartinên herêmî û li desthilatdarîya gund û bajarên xwe bi dest partîyên dewletê ve bernedin. Heke em karibin di hilbijartinên herêmî de biserkevin û di gund û bajarên xwe de bibin rêvebir û desthilatdar, hem wek Kurd emê bibin hakimê herêma xwe, hem jî di pêşerojê de emê zêdetir karibin bandorê li siyaseta Enqerê bikin û daxwazên  xwe bi wan bidin qebûlkirin.

Bi kurt û Kurmancî; kîjan tifaq yan partî di bernameyên xwe de hebûn û heq û hiqûqê Kurdan qebûl bike, emê jî wan qebûl bikin. Kî neke, em jî nakin. Divê bê lam û cîm, bê şik û guman, di demek nêz de em xwe bînin ser hev û ji bo hilbijartinên herêmî  zend û bendan badin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: