Cîhan

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Papa yê Vatîkanê civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro pêncşemê 13.04.2023 ê danê sibê, li Koşka Apostolîk ya Vatîkanê, digel Qedaseta Papa ya Francis civiya.

Di civînê da, Serok Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ya ji bo civîn û dîtina Qedaseta Papa bi tendirustiya baş nîşan da û hêviya selametî û jiyanekê dirêj jê ra xwest û her wisa, bi kurtî jê ra behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê û rewşa pêkhateyên olî û etnîkî kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser girîngî û bandora serdana Qedaseta Papa ya Iraq û Herêma Kurdistanê û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê weke hertim berengariyê li maf û azadiyên pêkhateyên olî û etnîkî dike û dê ji bo hemûyan her welatê pêkvejiyanê û lêborînê bimîne.

Ji aliyê xwe ve, Qedaseta Papa kêfxweşiya xwe bi serdan û dîtina Serok Nêçîrvan Barzanî nîşan da û kultûra pêkvejiyana bi aştî û hevdu qebûlkirinê di navbera pêkhateyên oli û netewî da li Herêma Kurdistanê bilind nirxan û tekîd li ser wê yekê kir ku divê ew kultûr li Herêma Kurdistanê û Iraqê bê parastin.

Li dawiyê de Serok Nêçîrvan Barzanî tabloyek hunermendekî Kurd pêşkêşî Qedaseta Papa yê Vatîkanê kir ku têde pêkvejiyan di navbera pêkhateyên olî û etnîkî yên Herêma Kurdistanê nîşan dide.

Back to top button