Serok Nêçîrvan Barzanî digel Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan civiya
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 13.06.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya General Joel Vaul Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê û şandeke pê ra kir.
Di civînê da rewşa ewlekarî û metirsiya terorê û gefên DAIŞê li ser ewlekarî û aramiya Iraq û Sûriyê hate gotûbêjkirin û tekez li ser pêwîstiya berdewamiya hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê û hêzên hevpeymanan hate kirin.
Her di vê civînê da ku, birêzan Wezîrê Karûbarên Pêşmerge û Sûpasalarê Pêşmerge amade bûn, tekez li ser serxistina proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û yekkirina hêzên Pêşmerge jî hate kirin. Di vê derbarê da her du alî li ser girîngiya piştgîriya proseyê û rakirina astengiyan hevdeng bûn.
Rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş jî hatin gotûbêjkirin.