PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî diçe Almanyayê

 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo pêkanîna çend peywendîyên fermî diçe Almanyayê.

Biryar e di 26ê Hezîranê de biçe paytext Berlînê û tê pêşbînîkirin ku Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz bicive. 

Cîgira Berdevka Hikûmeta Almanyayê Christiane Hoffmann li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî û bersiva pirsên rojnamevanan da. Hoffmann, di hevdîtina xwe ya bi Scholz û Barzanî re got ku “Peywendîyên Kerêma Kurdistanê û Almanyayê, pêşhatên herêmê û pirsên berjewendîyên hevbeş ên herdu welatan wê bên rojevê”.

Rayedara hikûmeta Almanyayê diyar kir ku piştî hevdîtina her du rêberan wê ti daxuyanîyek çapemenîyê neyê dan. Ev çend sal in di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de pêwendîyên bihêz hene. Bi taybet di dema êrişên DAIŞê de, hikûmeta Almanyayê di şerê li dijî DAIŞê de û derbarê koçberan de alîkariyên leşkerî û mirovî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirin.

Almanya ku li dijî êrişên DAIŞê mûşekên MILAN dida Hêzên Pêşmerge, ji sala 2014ê ve jî gelek piştgirî, bi taybet alîkarîya perwerde û şêwirmendîyê da Hêzên Pêşmerge. Heta sala 2016ê 160 serbazên Almanya li Iraq û Herêma Kurdistanê kar dikirin. 

 

Back to top button