Cîhan
Serok Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasima Roja Nîştîmanî ya Îmaratê dibe
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro danê êvarê li bajarê Dubayê beşdarî merasima cejna neteweyî ya Îmarat bû.
Merasîm bi berdewamiya xebat û çalakiyên Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP28) bi beşdariya mêvan û beşdarên konferansê hat lidarxistin.
Serokê Herêma Kurdistanê li ser navê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Serokê Îmarat Şêx Mihemed Bin Zayed Al Nehyan û gelê wî kir û hêviya berdewamiya serkeftinê û pêşketinê ji bo wan xwest.