CîhanPolîtîk

Serok li hemberî Amerîkayê nerazîbûna eşkere kir

Roja şemî 23.07.2016 li Selaheddîn  Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê pêşwaziya şandekî Balyozxaneya Amerîka kir ku bi Serokayetiya Jonathan Cohen Cîgirê Balyozê Amerîka li Iraqê pêkhatibû.Li hevdîtinê de Cîgirê Balyozê Amerîka ku dawî bi erk û karên wî hatiye û bi mebesta malavayî kirinê serdana Serok Barzanî kir û xweşhaliya xwe nîşan da ku di dema karkirinê da beşdarî karê hevbeş û hemahengiya welatê xwe û Herêma Kurdistanê kiriye û eve jî bi şerefekî mezin zanî û li beranber da jî Serok Barzanî hêviya serkeftinê li erk û karê wî yê nû da xwest.Her li vê hevdîtinê de behsa rewşa siyasiya navçeyê û guhertin û pêşhatên siyasî û emniyên Iraqê kir û ronahî xiste li ser operasyona azadkirina Musilê û her wiha konferansa welatên Hevpeyman li şerê dijî Da’îş li bajarê Washingtonê û Serok Barzanî nîgeraniya Herêma Kurdistanê ya di derbarê muameleya ne bi cîha Hikûmeta Iraqê û xemsariya Hevpeymanan ya beşdarbûna şanda Herêma Kurdistanê li konferansê da ragihand û eve jî li rewşek daye ku Pêşmerge hêza serekî ya şerê terorîstên Da’îşe û ragihand ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di dema dû salên derbasbûyî de qehremanane canê xwe feda kirine û terorîstên Da’îş têkşikandine û eve jî bi navê parastina ax û kerameta gelê xwe û parêzgarîkirina li bihayan, bi bêyî wê yekê jî hîç aliyek hevkariya darayî pêşkêşî Pêşmerge kiribe. Pêşmerge dehan sale bi navê dozekî rewa û parastina welatê xwe şer dike û bihaya dilopek xwîna Pêşmerge bi hîç tiştek nayê pîvandin.Di derbarê proseya siyasiya Herêma Kurdistanê jî Serok Barzanî wê yekê xisterû ku hişyariya gelê Kurdistanê û raya giştî li astekî bilind daye û ji bilî hebûna nakokiyên siyasî, partiyên Kurdistanê pabendê armancên stratejiyên gelê Kurdistanê ne.

Back to top button