Polîtîk

Serok Komarê Tirkiye li ser bircên Amedê digere

Serok Komarê Tirkiye yê Abdullah Gul li ser Bedenên Dîroka ya Amedê daxuyand ku Bedenên Amedê weka Muzaye vekiriye û ji vir şûnde Bedenên Amedê di bin kontrola Serokkomariyê de ye.

Serok Komarê Tirkiyeyê Abdullah Gul di Hotela Dedemanê de bi nûnerê rêxistinên sîvîl û rojnamevanê re hatin cem hev. Civîn ji çapemeniyê re girtî bû.

Serok Komarê Tirkiyeyê Abdullah Gul pişt re li Qesra Erdebilê ( gazi koşki ) lêkolînek kir. Di serlêdana Abdullah Gulê de Parlamanterê Amedê û Wezîrê Çandinî û Karên Gund yê Mehdî Eker û Sekreterê Serok Komarê Tirk Mustafa İsen jî amade bûn.

Gul û heyeta wî li şaneşîna Qesra Erdebîlê nêzîkî seatek qise kirin. Di vê navberê de hûnermendên mahallî jî ji bo wan stranan distrendin.

Serok Komarê Tirkiyeyê Abdullah Gul piştî gera Birca Bizina daxuyaniyekî da û got : Bedenên Amedê weka muzeyek vekiriye.

Gul di wexta gera xwe de da zanîn ku tarîxek dewlemend ya Amedê heye û ji vê rojê şunde Bedenên Amed jî weka Axlatê di bin kontrola Serokkomariyê de ye. Piştî gotina Gul Şaredarê Bajarê Mezin yê Osman Baydemîr kêyfxweşiya xwe anî zimên û gotinên Gulê çepikand.

Gul  wiha berdewam kir : Di heman demê de weka berhemên dîroka ya Stenbolê divê bedenên Amedê jî di mîrata çand ya UNESCO’yê de cih bigire û ji bo amadekariyê jî talîmat hate dayîn. Ji ber vê yekê divê berhemên dîrokî bi awayekî serkeftî bêne parastin û ji bo dinyayê bidine nasandin. Ez bawer dikim ku çendin dîtina bedenên Amedê zêde bibe ew qas jî bala turîstan kaş bike.

Serok Komarê Tirkiyeyê Abdullah Gul diwatir li ser Kelayê Amedê û li ser xebatên restorasyona Mizgefa Hezret Silêmanê lêgerînên xwe domand. Gul nimêja înê jî li Mizgefta Nebiyê kir.

Back to top button