Hesen Ruhanî li sala 1948 li dayik bû.
– Li sala 1983’ê heta 1988’ê Endamê Civata Bilind ya Parastina Niştîmanî bû.
– Li sala 1988’ê heta 1989’ê Cîgirê Serok Erkanê Artêşa Îranê bû.
– Li sala 1989’ê heta 2005’ê Sekretêrê Encûmena Bilinda Parastina Niştîmanî bû.
– Endam û Cîgirê Serokê Parlamentoya Îranê bû.
– Endamê şandeya Îranî ya danûstandinên navokî bû.
– Endamê Civata Şarezayan e (Meclisê Xibriganê Rehberî), ku civateke rêberê bilind yê Îranê destnîşan dike.
– Li sala 1995’ê dereceya doktorayê li zanîngeha Glasgow Caledonian ya Skotlandî stand.
– Li hilbijartina serokatîya ya 14’ê Hezîranê, wek heftemîn serokê Komara Îslamî ya Îranê hate hilbijartin.