Polîtîk

Serok êrîşa li ser Partiyên Kurdistana Rojhilat şermezar dike

Serok Barzani di derbarê êrîşa rejima Îranê li ser bingehên herdu partiyên demokrataa Kurdistana Îranê peyamek belav kir.Peyama serok Barzani:


Bi navê xwedayê mezin û dilovanBi êrîşa mûşekî û bombebarana Komara Îslamiya Îranê ya li ser baregehên her dû Hîzba Demokrat ya li bajarê Koye gelek nîgeran û xemgînîn bi taybet ku ziyanekî zêdeyê canî û maddî bi cîh hiştiye. Di demek da ku vê êrîşê şermezar dikim, serxweşiyên xwe pêşkêşî kesukarên şehîdên vê êrîşê dikim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.Daxwaz ji hemû aliyek jî dikim ku Herêma Kurdistanê nekin qada gengeşeyê ji ber ku Herêm bi xwe li ber kêşe û tehdîd û gefên mezin daye. Bi pêwîst jî dizanim eve bi hemû aliyek rabigihînim ku kêşeyê gelê Kurd bi tundutîjî û kuştin û bobebaranan nayê çareser kirin û rê û awayên aştiyane baştirîn çaresere ji bo hemû kêşeyan.Mesûd Barzanî08.09.2018

Back to top button