Serok cejna xelkê pîroz dike

Di duyem roja Newrozê de Serokê Kurdistanê  Mesûd Barzanî bi mebesta beşdarî kirin di Cejn û seyranên welatiyan de serdana hin Seyrangeh û Deverên din yên Kurdistanê kir.

Serok Barzanî îro serdana Devera Soran, Rewandêz, Cindiyan û Dola Akoyan kir û ji nêz ve Cejna Kurdistaniyan pîroz kir.

Di berdewamiya vê serdana han de Serok Barzanî serdana hin welatiyên Ereb jî kir û bi mebesta seyranê ji Başûrê Îraqê serî li Kurdistan û Deverên curbicur yên Kurdistanê dabûn, Serok Barzanî piştî pîroz kirina Cejna wan welatiyan hêviya xweşî û tendirostî jî ji wan re xwest.

Hêjayê gotinêye ku, di nava 24 saetên derbasbûyî de zêdetirî jî 100 hezar welatiyên Ereb ji Başûrê Îraqê serdana Kurdistanê kirine.(ktv)

Nerîna min :