Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê beşdarî rêwresma roja niştîmaniya Şahnişîna Erebîstana Suudiye kir.Li vê rêwresmê de ku li Hotel Dîvan bajarê Hewlêrê birêveçû, hejmareke zêdeyê nûner û konsolê welatên biyanî û berpirsên siyasî û îdariyên Herêma Kurdistanê û Parlementer û nûnerên ragihandinê û rêxistinên civaka medenî amade bûn, Abdulmunim Bin Abdulrehman Mehmud Konsolê Giştî yê Şahnişîna Erebîstana Suudiye li gotarek da bi xêrhatina Serok Barzanî û mîhvanan kir û xweşhaliya xwe nîşanda ku yekemîn care li Kurdistanê bîranîna roja niştîmaniya Şahnişîna Erebîstana Suudiye tê sazkirin.Li dirêjahiya axaftina xwe de Konsolê Giştî yê Şahnişîna Suudiye tekez li ser peywendiya dostaneya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Suudiye kir û behsa rol û qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li rûbirûbûn û têkşikandina terorîstên Da’îş kir û her wiha spasî gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku mîhvandariya sedan hezar koçberên Sûriye û navçeyên cûda cûdayên Iraqê kiriye.Her li vê rêwresmê de gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate xwendin.
Pêş
28/10/2026
Israîl: Bloka Netanyahu 53 kursî bi dest xist, opozîsyon 48 kursî bi dest xist, partiyên Ereb gelek zêde bûn
28/10/2026
Lahur Şêx Cengî û Polad Şêx Cengî di girtîgehê de edeyek taybet de dimînin
Têkildar
Balkêş e ?
Close


