Endamekî ENKSê dibêje, heta niha nêzîkî 50 serkirde û endamên wan di zindanên PYDê de ne û nehatine azadkirin, lewma di çend rojên bê de ewê careke din dest bi çalakiyên xwe li dijî wan karan bikin û dê helwesteke wan bo guvaşkirinê li ser PYDê hebe, ew jî bo berdana wan girtiyên di zindanên wê de.Behcet Beşîr ji malpera KDP.info re ragihand: “Rojane serkirde û endamên me ji aliyê PYDê ve tên girtin û heta niha 50 serkirde û endamên me di zindanên wê de ne û hêj nehatine azadkirin û çarenivîsa wan nediyar e. Di dema borî de me jî dest bi giravgirtinê kir û çend rojan berdewam bû û piştre bidawî hat, lê dîsa giravgirtina me li Kobanê destpê kiriye û ev 3 roj in ku berdewam e.”Beşîr wiha got: “Niha em di nava ENKSê de gotûbêjan dikin bo amadekariyên çalakiyên nû di çend rojên bê de bo xistina guvaşê li ser PYDê da ku girtinên ENKSê azad bike, ku emê li Rojava û Başûr û Ewropa wan çalakiyan bikin.”