Serok Barzanî û Wezîrê Derveyê Kanada civiyan
Berî nîvroya îro 05.03.2015 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Robert Nikelson Wezîrê Karubarê Derveyê Kanada û şandekî li gel kir ku ji Birûno Sakomanî Balyozê Kanada li Iraq û hejmarek berpirs û şêwirmendên Wezareta Derveya Kanada pêkhatibû.
Di hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Kanada spasiya wê pêşwaziya germ kir ku li wî bi xwe û şanda Wezareta Derveya Kanada kirine û li gotarek de ji bilî balkişandina bi êrîşên terorîstan li ser asayîşa cîhanî wê yekê xisterû ku welatê wan gelek zû pabendî hevpeymaniya navdewletî ya li dijî terorîstan bû û bi awayeke kirdarî beşdarî li vê hevpeymaniyê da kir. Wezîrê Derveyê Kanada piştgîriya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê dûpatkir û ragihand ku Kanada bi awayeke demdirêj pabend û berdewam dibê li hevkariya serbazî û mirovî ya Herêma Kurdistanê û her wiha li paşarojê de li warên teknelojiya zanyarî û kiştukal û darayî li gel Kurdistanê da li peywendî û hemahengî ya demdirêj û berdewam da dibe. Li beşekî dinê axaftina xwe de Wezîrê Derveyê Kanada tekez li wê yekê kir ku welatê wan beşdarbûna li şerê dijî terorê bi beşa xwe wekî berpirsiyariya parastina asayîşa cîhanî dizane. Her wiha spasiya Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku bi bêyî berçavgirtina ol û netewe û bi bê cûdahî yarmetiya koçber û penaberan daye û ew babet jî bûye cihê pêzanîn û sersamiya cîhanê.
Li beranber da Serok Barzanî spasiya Hikûmet û gelê Kanadayê kir ku li şerê terorîstan da piştevaniya gelê Kurdistanê û Pêşmerge bûne û asta hemahengî û edaya tîmên serbaziyan welatê Kanada li vê şerê da bi gelek baş wesif kir û wê yekê xisterû ku gelê Kurdistanê tu demekî wê palpiştiya welatê Kanada ji bîr nake û pêzanînên xwe ji bo piştevaniya gelê Kanada heye. Serok Barzanî spasî Amerîka û welatên hevpeymanî jî kir ku li vê şerê da hevkarî pêşmerge bûne û wê hevkariyê bi bandor da zanîn. Her wiha Serok Barzanî balkişand li ser koçberbûna sedanhezar hemwelatiyan kir ku li encama êrîşa terorîstan koçber bûne û wê yekê xisterû ku Pêşmerge bi canê xwe bergiriyê li koçberan kiriye û wan diparêzê û yarmetîdan û hewandina koçberan jî bi erkekî mirovî û nîştîmanî zanî. Serok Barzanî eve jî behs kir ku baştirîn rêya ji bo hevkarîkirina koçberan vegerana koçberane ji bo cihên xwe û parastina wan ya ji êrîşan. Di derbarê şerê terorîstan jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Pêşmerge Da’îşê tûşî şikestê kir û ustûreya Da’îşê şikand û 15 hezar kîlometirê çargoşe ji bin destê Da’îş rizgar kiriye.
Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî pêşwaziya berfirehkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Kanada ya li warên cûda cûda de kir û bi hengavekî dilxweşkerî zanî. Her wiha ji bilî balkişandina bi bûna revenda Kurdî li welatê Kanada spasî gelê Kanada jî kir ku li rojên teng da himbêzê hejmarekî zêdeyê hemwelatiyên Kurd kiriye û hêvî dane wan.
Hêjayî gotinêye li vê kombûnê de Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmet û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Elî Sindî Wezîrê Plandanan û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Ebdulrehman El Huseynî Balyozê Iraqê li Kanada amade bûn.