Serok Barzanî û serokê Sûriye axivîn..

Serok Barzani bi rêya telefonê bi serokê serdema veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera re axivî da ku mafên Kurdan û pêşketinên dawî yên li Sûriyê nîqaş bike.
” Roja 18.01.2026ê Yekşemê Serokê Sûriyê Ehmed Şera telefonî Serok Barzani kir.”
“Herduyan li ser pêşketinên dawî yên li Sûriyê û naveroka peymana bi HSDê re nîqaş kirin, Barzani tekez kir ku mafên Kurdan û parastina wan li Sûriyê dê werin rêzgirtin û pirsgirêk dê li gorî peymanan werin çareser kirin,”
“Di vê mijarê de, Serok Barzani tekez kir ku pêwîst e mafên gelê Kurd werin garantîkirin, û derxistina fermana serokê Sûriyê ya li ser mafên Kurdan wekî gavek rast ku dikare li ser bingehek xurt û erênî ji bo mafên Kurdan li Sûriyê were avakirin, nirxand.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê SANA got: “Herdu aliyan pêşketinên dawî yên li Sûriyê nirxandin û tekezî li ser yekparçeyî, serwerî û aramiya axa welêt kirin.”
Di beşek din a axaftinê de, “Mesûd Barzani fermana serokatiyê ya hejmar 13 a 2026an girîng dît, ku maf û taybetmendiyên gelê Kurd li Sûriyê garantî dike.”
Ev pêwendiya telefonê di demekê de tê ku hikûmeta Şamê û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) peymanek li ser agirbest û entegrekirina hêzan di nav Sûriyeyê de îmze kirin. Serok Mesûd Barzanî berê fermana serokatiya Sûriyeyê ya ji bo naskirina zimanê Kurdî û dayîna hemwelatîbûnê ji Kurdên bêdewlet re pêşwazî kiribû û wê wekî “gaveke erênî” bi nav kiribû.


