PolîtîkRojev

Serok Barzanî û Konsolê Fransa rewşa siyasî nirxandin

Roja pênçşem 08.10.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Olivier Decottignies Konsolê Giştî yê Fransa li bajarê Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa niha û guhertinên siyasî yên dawî yên li ser asta navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha ronahî xistin li ser wan êrîşên emnî û gefên ku li ber proseya siyasiya Iraqê da hene.

Li beşeke dinê vê hevdîtinê de Konsolê Fransa li Hewlêr ji bilî tekezkirina li ser dostayetî û peywendiya du alî, piştevaniya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Back to top button