Ji bo rewşa rawenda Kurd û herweha ji bo yekrêziyekî di navbera diyaspora yê de , Rojevakurd çend pirs ji DIAKURD kirin. Komîteya damezrandina Konfederasiyona Kurdên Diyaspora (Diakurd) bersiva pirsên Rojevakurd dan, em spasiya wan dikin.
Rojevakurd: Eve nêzîkî sê salane Diakurd dest bi xebatên xwe kirî cima heta niha bi fermî nehatiye ragihandin? heta niha bi fermî tu kes temsîla Diakurd dike?
DIAKURD: 7 Federasyonên komeleyên Kurdî yên ji heft welatan (Swêd, Danîmarka, Norweç, Fînland, Almanya, Rûsya, û Banelux), Eve 3. sale ji bo yek kirina kar û xebatên piştgirîya doza azadîya Kurdistanê kurdên li dîyaspora bi hemahengîya Rayedarên herêma Başûrê Kurdistanê re xebatên xwe yên damezirandinê dimeşand. Komîta damezrandina DIAKURD biryar dabû ku 4-5/4.2020 Kongra xwe li Stockholme darbixe. Piraniya amadekariyan hatibûne kirin. Reşnivîsa peyrev û bername, lîsta beşdaran, bernama her du rojên kongrê hatibû amadekirin. Salon hatibû girtin. Bi sedema pandemiya Covid-19 em naçar man kongrê paşbêxîn. Kongreke online hê jî dê rojeva me de ye, lê em gelek dixwazîn kongrek fîzîkî, rû bi rû bête darxistin.
Eger vê pandemiyê tol kêşa di be ku kongra online bibe aktuel. Me bi zanistî çi serok û sekreter wek berpirsê DIAKURD destnîşan nekirîne. Pêwîstî bi vê nehatiye dîtin. Herçênd di nav me de behsê hîyarerşiyek hatibe kirin jî me hewl daye ku em vî karî heta kongrê bi şêweyek kolektif bimeşînîn. Kar, xebat û biryarên me bi hemahengî têne girtin û dimeşe. Komîte temsîla DIAKURD dike. Bi biryara komîtê û ji bo ku kar bi praktîkî û ji bo ku kar zû bêne birêvebirin me navê FKKS an jî kek Keya hin caran bi kar anîye.
Rojevakurd: Bi agadariya Başûr Diyakurd dest bi xebatên xwe kir û di vê çarçovê da hevdîtin digel serok Mesud Barzanî hatin kirkn, gelo wan dest ji Diakurd berda? Yan çewe bû?
DIAKURD: Xebatên DIAKURD ê bi agahdarî û bi beşdarbûna kesên têkildarî serkirdetiya sîyasî ya herêma Kurdistanê re, rêve diçû. Lê vê dawîyê helwest hate guhartin. Ew kesên di nav vê xebatê de bûn, ji vê xebatê hatine dûrxistin. Çima helwest hate guhartin ji bo me aşkera nîne. Hetanî nûka bersiveke fermî ji bo DIAKURD nehatîye şandin. Em pê dizanîn (bi qewlê Taher hawramî) Taher Hawramî li ser navê baregaha cenabê Serok Mesud Barzanî hatiye Ewropa.
Li gel hin kes û saziyan civîn çêkirine û dîsan bi gor qewlê kek Taher tenê ji bo kom kirina zanyariyan li ser kurdên diaspora hatiye Ewropa. Ev zanyarî dê wek raporek pêşkêşî cenabê Serok hatibana kirin, paşê helwestek dê li ser vê mijarê hatiba derbirîn. Ev zanyarî çine û çawa hatine pêşkêşkirin em nizanîn û heman kat de li hin welatên Ewropa Taher Hawramî ji bo xwe qasid û kes destnîşan dikirin. Li ser vê mijarê çî zanyarî ji aliyê birêz Taher Hawramîre ve, ji bo Federasyonên Komelên Kurd nehatine pêşkêşkirin.
Rojevakurd: Li gor agahiyên dest me ketine, hin xebatên din dest pê kirne ji bona damezrandina Navenda Diyasporaya Kurd li derve (Kurdish Diaspora Center) hûn vê çewa dibînin?
DIAKURD: Di dirêjahîya jîyan Kurdistanîyan ya li dîyasporayê de heta niha gelek kar û xebatên giring hatine kirinê. Gelek dam û dezgehên Kurditanî hatine pêkanînê. Evana hemî ji bo me cîyê şahnazî û kêfxweşîyê ye. Kurdêndîaspora hertim ji bo piştgirîya doza azadîya Kurdistanê di nav kar û xebatê de bûne. Helbet li gor guherînên sîyasî, aborî û pêşketina teknolojîyê ûwd. yê di cîhanê de, em jî wek Kurdistanîyên li dîyasporayê xwe diguherin ku li van guherînan biguncin. Kurdên dîyasporayê bi gelek awayan xwedîyê rêxistinên ciyawazin. Lê, eva bi boçûna me têrê nakin. Ji bo wî jî me pêwîstî pê dît ku bi rêya Federasyonên Komelên Kurdî hêz û rewenda kurd di navendekî de bînin bahev, da ku ji bo karû xebatên piştgirîya doza azadîya welatê xwe çalaktir û efektir bibîn. Eva bû egera me ku em DIAKURD ê ava bikin.
Belê, raste û em dizanin ku di dîyaspora de gelek pêkhateyên cûrbecûr hene. Û hinekî din jî di rêde ne. Bi dîtina me belavbûn û parçebûn ne di qazanca berjewandiya nirxên me yên netewî de ye. Ji bo wê jî, di destpêka vî karî û heta niha fokusa me ewe ku, em bikarin ve pert û belaviyê ji holê rakin. Yan jî kêm bikin. Em dizanin ku, belavî û lawazî ji bo me lûkse û gunehe. DIAKURD ji federasyonên komelên kurd/Kurdistanî pêk tê. Felsefe û kirîterên me yên ku ji bo me xetên sorin, ala Kurdistanê, Kurdistan wek welat; serxwebûn di navde, zimanê kurdî parastina çand û nirxên Kurdistanî ne. Kes û sazîyên van nirxan nepejirînin nikarin di nav DIAKURD de cî bigirin.
Federasyonên endamê DIAKURD ê birîtîne ji komelên ciyawaz. Komelên ser bi partiyên Kurdistanî hene û komelên ne ser bi partiyan hene. Ev komelene ji kes û komên ciyawaz pêk tên. Ya herî girîng ewe ku Federasyon di bin bandora çi rêxistinên siyasî nînin. Xebateke niştimanî û serbixwe dimeşînin. (Numûna dest têwerdana Federasyona Komelên Kurd li Swêd derveyî vê pêzanînê ye) Em dijayetiya çi xebatên ku ne li dijî netewa kurd û berjewendiyên welatê Kurdistanê be nakeyn. Damezrandina dam û dezgehan, rêxistinkirina Kurdistaniyan li ser nirxên netewî cihê şahnaziyê ye. Eger em berjewendiyên şexsî bideyne aliyekê zêdebûna rêxistinan di komelgeha kurdî de dewlemendiye. Lê em xebatên li ser navê kurd û Kurdistaniyetê ku tenê xizmeta şexsan û çend heval û hogirên wan dike maqul nabînîn. Mafê hemû hêzên siyasî heye ku li ser sethê cîhanê li hemû herêmên kurd lê dijîn û di hemû warên civakê de xwe rêxistinî bikin. Eger ev xebatene di çarçova nirxên netewî de be, erkê hemû Kurdistaniyane piştivanî lê bikin. Lê eger xebatên demokratîk, civakî û neteweyî yên hevbeş bikevine di bin bandora partiyeke siyasî, dê têk biçe, sernakeve. Nabe xebatên neteweyî û hevbeş teybeten li dîaspora di bin bandora şexsan, partiyan, olan û îdeolojiyan de be.
Rojevakurd: Diakurd dê xebata xwe berdewam bike yan dê formek hevbeş li gel Kurdish Diaspora Center peyda bike ? DIAKURD dê xebata xwe berdewam bike?
DIAKURD : DIAKURD amadeye ji bo hevkarî û hevxebatê li gel hemû dam û dezgehên Kurdistanî ku rêz li nirxên DIAKURD ê digirin. Em dîsan tekez dikeyn; DIAKURD ji Federasyonan pêk hatiye û Federasyon jî ji komelan pêk hatine. KDC (Kurdish Diaspora Center) di statuya komelekê de ye. Ango yek ji wan take komelên ku li Almanya, Danmark Swêd, Norveç, Fransa , Belçîka, Finland, Sovyeta kevin her we li welat, cih û herêmên din li cîhanê. Ew welatên federasyon lê hene KDC dikare bibe endamê federasyona wî welatî û welatên federasyon lê nehatine damezrandin şêwên xebata li gel komelan yek bi yek û li gel komele û saziyên pîşeyî di bernama DIAKURD ê de hatiye diyar kirin.
Pêwiste bêt zanîn kû program û xebata DIAKURD ê hatîye amadekirin, lê fermîyetê, şeklê dawî, Kongreya damezrandinê dide wan. ”§ 4 Endametî Hemû rêkxistinên civakî wek federasyon, sazî û navendên ku bi fermî li diyaspora hatine tomarkirin û mercên xwarê bicih tînin dikarin bibin endamê Diakurdê:
1. Destûra fermî ya Diakurdê weke xwe qebûl dike û piştgîriya wê dike.
2. Kurdan weke neteweyekê nas dike ku xwedî welat, ala û sirûda xwe ya neteweyî ye û mafê çarenûs û damezrandina dewleta wê ya neteweyî heye.
3. Li welatên ku hêj federasyon nehatine damezrandin rêkxistinên civakî dikarin daxwaza endametiyê bikin. Diakurd bi gorî şert û mercên wî welatî biryarê li ser endametiya wan dide. Nûnerên wan komelan dikarin di Kongre û komîsiyonên Diakurdê de cih bigirin, lê endametiya Komîteya giştî tenê bo federasyon û navendên endam e.”
Rojevakurd: Diakurd giraniya xwe xistiye ser federasyonên komeleyên kurdî li hin welatan. weke tê zanîn piraniya federasyonan di rewşek lawaz dane û bi hezaran kurdên jêhatî, bijarte xewedî meslekên baş hene derveyî federasyona hûn çewa xwe bigehînin wan?
DIAKURD: DIAKURD li ser bingehê federasyonên komeleyên kurdî li hin welatan hatiye damezrandin. Lawazî û xurtiya Federasyonan babestegî bi rêxistinîkirina komelgeha kurd li wî welatî û mecalên aborî li wî welatî ve girêdaye. Di hemû warên jîyanê de bi hezaran kurdên jêhatî, bijarte xewedî meslekên baş hene. Em dixwazîn xwe bigehînîne vana hemûyan. Xebatên rêxistinkirina Dîaspora bi şewek hevbeş xwedî temenek gelek kurte. DIAKURD tenê qetrek, dilopeke di xebatên okyanosa dîaspora kurd de ye. Eger destêwerdan, rêgirî, berjewendiyên hizbî û şexsî pêşîyê li vê xebatê negirin, mecal heye hemû beşên civaka kurd li dîaspora bi federasyon, komele, Enstîtû, akademî tîmen werzişê di vêxebatê de bêne dîtîn. Civaka kurd bi rêkxistina diaspora Kurdistanî wê bikaribê rolekî pir erênî bistîne û ji bo bidestxistina daxwazên kurdistanîyan li welatên kû lê dijîn.Yekrêzî û yekdengîya Kurdistanîyan di heman wext de, dê piştgirîya doza Kurdistanê li welatên cîhanê bihêztir.
Di gel silavên dostane,
Komîteya damezrandina Konfederasiyona Kurdên Diyaspora (Diakurd)