Serok Barzanî sipasiya kurdistaniyan kir
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi rêya malpera xwe ya Facebookê, ji bona wê alîkarî, hevsozî û di hawarçûna koçbarên rojavayê Kurdistanê yên ber bi herêma Kurdistanê ve hatyine, siyasiya xelkê herêma Kurdistanê kir:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Xelkê serbilindê Kurdistanê!
Pir ji dil spasiyên xwe ji bo hemû welatî, çîn û pêkhatên Herêma Kurdistanê û bi taybetî xelkê xweragirê Hewlêra paytext û dewrûbera wê re radigihînim, ji bo wê yarmetî, hevsozî û bidengvehatina xuşk û birayên xwe yên rojava, bûye cihê serinc, balkişandin û xweşhaliya hemû aliyek. Hûn xelkê serbilindê Kurdistanê, we li gelek wêstgehên din yên dîrokê de jî nîştîmanperwerî, qencî û merdiya xwe nîşan daye.
Ev dîmen û wêneyên we yên ezîz, yên bi germî pêşwazîkirin û hevkarîkirina we dîrokî ne û qet nayên ji bîr kirin. Ev hevxemî û comerdiya we bi tu peyvekî nayê wesif kirin û hêmayeke. Ji bo wê yekê ku xelkê dilsoz û qehremanê welatê me, wekî çawa ku herdem amadeyê bergiriya nîştîman û qurbanîdanê bûye, başî, mirovdostî û welatparêziya xwe ve jî mînakên serbilindî û bê wêne nîşan daye. Welateke ku xwedî vî xelkê rewştbilind û bi ehlaq be, hêjayî hemû rûmetekiye.
Hemû demê ew hêviya min heye ku gelê me amadeye li hemû pêvajoyek de, bi vê berxwedan, neteweparêzî û mirovdostiya xwe ve bibe wane û fêrgeheke hemû gelên cîhanê. Dema vê hest û dilsoziya neteweyî û mirovparêziya we yên ezîz dibînim, hêviya min bi paşaroja gelê me zêdetir dibe. Ev hesta we ya ji bo xuşk û birayên me yên li rojava û parçeyên dinê Kurdistanê jî cihê hêviyeke mezine.
Bi pêwîstî dizanim spasiya hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî, Polîs, Asayîş, Hatûço(Trafik), Bajarvanî, Kertê Tendirustî û hemû aliyê peywendîdarên Hikûmeta Herêmê û rêxistinên civaka medenî, dezgehên ragihandin û aliyê siyasî bikim. Ji ber ku li gel welatiyên bajarê Hewlêr, Dihok, Silêmanî, Kerkûk, Germiyan û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya herêmê û cihên din alîkariyê li Kurdên Rojava kirine. Ji xwedayê mezin hêvîdarim ku vê qencî û başî û fedakariya wan qebul bike û her serbilind û serkeftî bin.
Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
21.08.2013