Civak

Serok Barzanî sersala êzidiyan pîroz kir

 

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi minasibeta hatina cejna sere sala êzidiyan (çarşemiya sor), peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî hemû êzidiyên Kurdistanê, Îraqê û cîhanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: 

Vê cejnê ku, bi cejna Çarçemiya Sor hatiye naskirin, pîrozî, biha û taybetmendiya xwe heye û ev cejin wateya nûbûna jiyanê, geşbûn û xêr û xweşiyê dide.

Serokê Kurdistanê di berdewamiya peyama xwe de hêvî dike ku, xûşik û birayên êzidî vê cejnê di bin sîbera pêkvejiyan û demokrasiya herêma Kurdistanê de bi xêr û xweşî derbas bikin:

–        Em piştrast in ji wê yekê ku, dê ew hertim parêzerên destkeftiyên me yên netewî bin û bi dirêjahiya dîrokê jî, êzidiyan îspat kiriye ku, ew beşek neveqetayî û resenê gelê xwe yê şoreşger in.

 

Back to top button