Demirtaş: Amerika û Tirkiye dixwazin Barzanî bikin lîderê hemû kurdan
Li gora tê ragihandin dê serokê Kurdistanê Mesud Barzanî serdana Tirkiye bike. Barzanî di serdana xwe ya Tirkiye de li gel wezîrê derve Ahmet davutoglu û Serokwezîr Erdogan hevdîtinê bike.
Li ser hatina Barzanî ya Tirkiye serokê BDP selahattin Demîrtaş nirxandinek kir. Demirtaş li gel rojnama Radikal a tirkî axivî û dîtinên xwe di vê derbarê de gotin.
Li ser serdana serokê Kurdistanê, selahattin Demirtaş dibêje: Amerika û Tirkiye dixwaze Barzanî bikin lîderê kurdan hemiyê û dewam dike û dibêje: Li ser Barzani re dixwazin kurdan hemûyê re pêwendiyê deynin. Barzanî siyasetvanek baş e, lîderek herêmiye bi siyasetek baş herêmek federal pêkanî û niha jî ber bi serxwebûnê ve dibe. Lê rewş di nav kurdên Tirkiye, Îran û Suriye ne welê ye.Hestên kurda ji bo Barzanî çibin ji bo Talabanî û Ocalan jî ewin.Dema lîderek ji wan derêxin pêş û ser wî re siyasetê bikin, ev yek di nav kurdên Tirkiye de tu bersivekî nabîne. Eger Tirkiye bikeve pêvajoya çareseriyê de, hinge mimkine Barzanî bikaribe PKK-ê îkna bike.Hêza Barzanî wek Ocalan bi tu awayî li ser PKK-ê tuneye.
Demirtaş got: Barzanî dixwaze pêşkêşiya konferansa kurdî bike û Tirkiye jî pişgiriya vê dike.Eger armanca vê konferansê tenê ew bê ku, PKK ji dev çekan berdê ev konferans nikare bicive.
Demîrtaşberdewambûna axaftina xwe de dibêje: Wê Barzanî haj xwe hebê û bare konferansekî ku bixwaze PKK ji dev çek berdê naxê ser milê xwe. Eger Tirkiye ji bo çareseriyê demanekî nedê wê Barzanî nekevê di nav pozisyonekî de ku îtibara wî li cem kurda winda bibe. Barzanî nakeve di nava planekî ku ne di bejewendiya kurdan de be.