Civak

Demokratên Batmanê serokwezîrê Kurdistanê pîroz dikin

Bi navê demokratên Batmanê,  e-mailek gihaye me. Di vê e-mailê de serokê hukumeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tê pîroz kirin. Em vê nivîsê wek xwe belav dikin. Ev texta  daxuyaniyê ye.

 

 

Birêz Nêçîrvan Barzanî
Serokê hukumeta Kurdistanê

Ji berî her tiştekî rêz û silavên xwe pêşkêşî cenabê we dikin û hêviya serkeftina we dikin.

Em bawerin di konaxa serokwezîriya we de li Kurdistanê rewş berûpêş ve herê û  hunê di rasyiya xwe de bikaribin bibin bersiva daxwaziyên miletê kurd. Herweha ne tenê li Kurdistana Başûr li bakur jî hêviyên xelkê we ve hatine girêdan.

Em bi hemî awayî serkeftina we dixwazin û herweha daxwaza me ewe ku hun tu cara me jî yanî kurdên beşên din ji bîr nekin. Hun hêviya mene jî.

Em ji dilek germ dixwazin ku hun bibin bersiva daxwaziyên me jî.

Em bi rêz hurmetên xwe pêşkêşî cenabê we dikin.

 

Kurdên Demokratên Batmanê

Back to top button