
Serok Barzanî serexweşiyê li malbata Bedro Leşkerî Bêstiryaneyî dike û dibêje, “Bedro Leşkerî hemî jiyana xwe ji bo xizmetkirin û serbilindiya Kurd û Kurdistanê pêxemetî dozeke bilind û rewa terxan kir.”
Ev jî peyama Serok Barzanî ye:
Bi navê Xudêyê Mezin û Dilovan
Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawiyê ya xebatker û Pêşmergeyê mandînenas Bedro Leşkerî Bêstiryaneyî gehişt min.
Xudêjêrazî Bedro Leşkerî Bêstiryaneyî tevlî bi dehan qehremanî û dastanên dîrokî yên Pêşmergeyan bûye, yek ji wan qehremanan bû yên ku bi Barzaniyê Nemir re çûbûn Yekîtiya Sovyetê û hemî jiyana xwe ji bo xizmetkirin û serbilindiya Kurd û Kurdistanê pêxemetî dozeke bilind û rewa terxan kir.
Ez serexweşiyê li malbat û kesûkar û hevalên Xudêjêrazî Bedro Leşkerî Bêstiryaneyî dikim û xwe hevparê xema wan dibînim. Ez ji Xudêyê mezin dixwazim ku canê Xudêjêrazî bi behişta berîn şa bike û sebir û hedarê bi hemî aliyan bide.
Îna lîlah weîna îleyhî racîon
Mesûd Barzanî
15ê Nîsana 2025ê