Polîtîk
Serok Barzanî pêşwaziya Berpirsê Dezgeha Neteweyî ya Hewalgiriya Tirkiye kir
Li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwaziya Îbrahîm Kalin Berpirsê Dezgeha Neteweyî ya Hewalgiriya Tirkiye kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li ser asta navçeyê û pirsa gefa terorê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her li vê hevdîtinê de tekez li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye û hemahengiyên ji bo parastina aramiyê kirin.