PolîtîkRojev

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê kir

Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Martin Huth Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê kir.

Li hevdîtinê da ku Balyozê Yekîtiya Ewrupa bi helkefta dawî hatina bi erkên xwe serdana Serok Barzanî kiribû, pêzanînên xwe yên ji bo geşbûn û aramiya Herêma Kurdistanê hebû û destxweşiyê li wan destkeftan kir ku Herêma Kurdistanê li warên cûr bi cûrên aborî û îdarî û aramiyê bi dest ve aniye. Balyozê Yekîtiya Ewrupa tekez jî li wê yekê kir ku Yekîtiya Ewrupa li qonaxên paşerojê de jî palpiştê Herêma Kurdistanê dimîne.

Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û metirsiya gefên li ber proseya siyasî û hilbijartinên paşeroja Iraqê guftûgo kirin. Her wiha tekez jî li wê yekê kir ku baştirbûna peywendiyên di navbera Herêm û Bexda yarmetîdere ji bo zêdetirê aramiya Iraqê.

Rewşa emnî û siyasiya Sûriye û paşeroja Kurd li Sûriye mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Back to top button