PolîtîkRojev

Nêçîrvan Barzanî serdana Îranê dike

Şandeke bilind a Herêma Kurdistanî bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serdana Îranê dike, endameka şandê ji Rûdawê re ragihand, “serdan ji bo beşdarbûna di merasima destbikarbûna Serokkomarê Îranê yê nû ye.”

Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Kuyistan Mihemed ji Rûdawê re ragihand, “şandeke bilind a Herêma Kurdistanî bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana Îranê dike û dê beşdariyê di merasima destbikarbûna Îbrahîm Reîsî Serokkomarê Îranê yê nû de bikin.”

Kuyistan Mihemed ku bi xwe jî di nav wê şandê de cih digire, herwiha got: “Endamên din ên şanda Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Rewşenbîrî û Lavan Mihemed Heme Seîd û Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî pêkhatine, wek nûnerên partiyên beşdar di kabîneya nehem a Hikûemta Herêma Kurdistanê.”

Biryar e roja Sêşemê 3ê Tebaxa 2021 (Sibe), di merasimekê de, posta Serokkomariya Îranê di navbera Îbrahîm Reîsî û Hesen Ruhanî de bê veguhastin û Reîsî wek Serokê Îranê yê nû dest bi kar bibe.

Herwiha biryar e Reîsî roja Pêncşemê 5ê Tebaxê jî sonda qanûnî bixe.

Back to top button