PolîtîkRojev

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir

Li Selahedîn Serok Barzanî pêşwaziya Matthew H. Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê û şandeke li gel da kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û metirsî û gefên li ber proseya siyasiya Iraqê hatin nirxandin.

Her wiha Balyozê Amerîka pirse û sersaxiya xwe bi Serok Barzanî gihand ku ji bo şehîdbûna wan Pêşmergeyên ku li dema derbasbûyî de bi destê çekdarên PKK hatibûn şehîdkirin û tekez li wê yekê kir ku ji bo welatê wan, aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê giringiyeke xwe ya taybet heye û Herêma Kurdistanê mînakeke ji bo aramî û geşbûniya beşên dinê Iraqê ye.

Her li vê hevdîtinê de hengavên yekxistin û rêkxistina Pêşmerge û çaksaziya li Wezareta Pêşmerge û her wiha danîna navendên hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqî ya ji bo rûbirûbûna gefa terorê bilind hate nirxandin.

Asta zanîngehên Herêmê û hewlên ji bo pêşxistina zanîngehên Herêmê û bandora wan ya li paşeroja Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê civînê bû.

Back to top button