PolîtîkRojev

Parastina Deskeftên Başûrê Kurdistanê Erkek Neteweyî ye

Meclisa Partiyê ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di 20.06.2021ê bi riya online li ser zoomê civîna xwe ya asayî pêkanî û babetên di rojeva xwe da gengeşe kir; pêvajoya siyasi ya Tirkiyê û herêmê nirxand û biryar da ku encamnameya civînê ya jêrî bo raya giştî rabigihine.

Komara Tirkiyê li ser bingehê dijayetiya hebûna Kurd ava bûye û dewletek e ku bi sedan sal vê siyaseta xwe dimeşine. Vê siyasetê jî dewleta Tirkiyê ji demokrasiyê dûr xistiye, kiriye alavek mezin ya milîtarîst di destê hizrek şoven û dagirkariyê da.

Ji bo ku gelê Kurd, kêmaniyên netewî, olî û çîna kedkar bi zilm û zoriyê îdare bike hukuka xwe ya yasayî jî daye aliyekê û veguheriye dewletek çetegeriyê. Bê hukukî bûye hukuka wê, der yasayî û zordarî bûne rûtîna wê. Sazumanek weha ji rizînê xilas nabe. Tişta ku niha li Tirkiyê dibe ev e.

Di nava dewletê da hevrikî û şerê di navbera çeteyan da belge û zanyariyên ku vi heyamê dawî derketine ser rûyê erdê û belav dibin nîşana rizînê ya bêbin didin der.

Her roj belge û zanyariyên sersam yên kiryar û sucên qirêj ku karbidestên dewletê ketine nav da belav dibin.

Ji bo derketina ji vê rewşê du rê li pêşiya Tirkiyê hene.

Yekem; Li beramber pirsa Kurd da li şûna siyaseta înkar, zulm û polîtîkayên şoven da naskirina mafên neteweyî û demokratîk yên gelê Kurd e.

Duyem; li gor hukuka gerdunî bi hemî sazî û normên xwe ve avakirina demokrasiyê ye.

Siyaseta Tirkiyê ya sedsalî ku di bingehê dijminatiya gelê Kurd de peyrew kirî, ne bi tenê Kurdistan êxistiye nav şewat û agir, heman wext da ji bo gelê Tirk jî bûye sedemê xizanî, nebûna demokrasî û xirabiya civakî. Bi saya şerê Surd qelewbûna alavê milîtarîst li ser aştî û aramiyê bûye gef.

Îro wezîfa pêşiyê, ragirtina şerê li hember gelê Kurd e, asayî kirina jiyana siyasiyî ye li Tirkiyê. Ji bo vê pêdiviye ku hêzên neteweyî û demokratîk yên Kurd di çarçoveyek berfireh de helwestek nîşan bidin. Li hember kiryarên faşîzan têkoşanek hevpar ya hemu hêzên ku demokrasî, aştî û edaletê dixwazin îro ji hemî wextan giringtir e.

Ji aliyê dî ve berî çend rojan ew êrîşa li ser avahiyê HDP yê şaxê Îzmirê pêk hatî û di encam da qetilkirina Deniz Poyraz, nîşana hindê didin ku Tirkiye bikeve nav rewşek ajawe û tund û tûjîyê. Deshilata ku pêgehê xwe di nava gel da lawaz bûye û rewatiya xwe ji dest dide, ji bo ku li ser piya û kar bimine dibe ku tund û tûjiyê zêde bike, û qada siyasî terorîze bike.

Ji bo ku rewşek weha ya xirab peyda nebe, di serî da hêzên neteweyî û demokratîk yên Kurd û hemî beşên civakê lazim e serwext bin, rê nedin ku ev hêzên tarî bigehin mexseda xwe.

Ji aliyê din êrişên dijwar yên hêzên dijberên Kurd di asta herêmî da li Rojhilata Navîn li dijî deskeftên Kurd berdewam in. Li Suriyê ku Kurd statuyek bidest nexin û deskeftên ku bi dest ketî ji holê rakin serî li her riyê didin. Ji bakur ve Tirkiye, ji başûr ve Suriye pêkve kar dikin ku Kurdan dorpêç bikin û bifetisînin.

Rejima Komara İslamiya İranê li beramber her daxwazek rewa ya gelê Kurd li ser siyaseta xwe ya darvekirinê berdewam e.

Sembola xewna sedsaliya gelê Kurd Herêma Federe ya Kurdistan rûbirûyê gef û xeterên piralî bûye. Serbarê hemî nakokî û dijayetiyên xwe yê kûr û dîrokî jî dewletên dagirkerên Kurdistan û dijî Kurd ji bo jinav birina statûya ya federe ya Başûrê Kurdistan pêkve kar dikin. Ev dewletên hanê ji bo ku ev beşê azad yê welatê me ji holê rakin bê navber êrişan dikin.

Bextreşiya mezin ew e ku PKK ya ku bi îdîaya ji bo azadiya Kurdistanê derketiye holê, îro bûye beşek ji wê pêla êrişên ku aramî û emniyeta Herêma Kurdistana Federe têk didin. Bi salan e ku PKK xwe li Başûrê Kurdistan sitare dike, ji hemî imakanên wê sud werdigire û xwe li ser piyan girtiye, îro li ser Herêma Kurdistana Federe bûye gef û xeter. Bi dagir kirina sedan gund, cih û waran; bi hezaran xelk ji ser mal û halên wan dûr xistine û zerer û ziyanek mezin ya aborî gehandiyê, bi van kiryarên xwe PKK zerarek mezin dide gelê me yê Başûr. Van demên dawiyê bi êrîş kirina ser Pêşmergeyên Kurdistanê, êriş gehiştiye astek ku nayên qebûl kirinê.

PKK bi vê çendê jî na raweste, ji bo ku Tirkiye Başûrê Kurdistanê dagir bike û vê dagirkariyê mayînde bike rê ji bo xweş dike.

PKK divê dest ji vê siyaseta xwe ya ku aramî û seqamgiriya Başûrê Kurdistanê xirab dike û deskeftên neteweyî dixe xeterê, berde, rêz li serweriya Herêma Kurdistanê, biryarên organên meşrû û hikûmraniya wê bigire. Bes hêceta ji bo siyaseta Tirkiyê ya dagir kirina Başûrê Kurdistanê dirûst bike.

Di vê derbarê da erkê mezin, dikeve ser milên Hikumeta Herêma Kurdistan, perlemana wê û aktorên siyasî yên Başur. Di seri da divê li dijî siyaseta dagirkariya Tirkiyê derkevin û herwisa jî li dijî siyaseta PKK ya malxirabker politikayek hevbeş, seknek neteweyî nîşan bidin.

Parastina deskeftên Başûrê Kurdistan ji bo hemî Kurdan hem erkek neteweyî hem jî berpirsyariyek exlaqî ye.

21.06.2021

Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK

Back to top button