PolîtîkRojev

Serok Barzanî pêşwaziya Balyoza nû ya Amerîka li Iraqê kir

Li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwaziya xanima Alina Romanowski Balyoza nû ya Amerîka li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku Robert J. Palladino Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê jî amade bû, Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Balyoza nû ya Amerîkayê kir û li erk û karê wê yê nû da hêviya serkeftinê ji bo wê xwest.

Rewşa siyasiya Iraq û pêşhatên dawî ya nav proseya siyasiya Iraqê mijareke dinê vê civînê bûn û Serok Barzanî bîr û nêrîna xwe ya li ser proseya siyasî û çareserkirina qeyrana siyasiya Iraqê xisterû.

Her li vê civînê de Balyozê Amerîka li Iraqê ji bilî balkişandina li ser aramiya Herêma Kurdistanê eve jî dûpatkir ku welatê wan li palpiştîkirin û hemahengiya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşxistina peywendiyên li warên cûr bi cûr da berdewam dibe.

Back to top button