CivakRojev

Serok Barzanî pêşwazî Serokê Hoza Şemmer li Sûriye kır

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Hoza Şemmer li Sûriye Şêx Humêdî Deham Elhadî Şêx kir.

Di hevdîtinê de piştî danûstandina bîr û ramanên li ser rewş û pêşhatên dawî yên Sûriye, her du alî ji bilî balkişandina li ser dostayetî û pêwendiya dêrîn a di navbera wan de, tekez li ser bihêztirkirina pêwendî û birayetiya di navbera Kurd û Ereb û neteweyên din ên li Sûriye de û bi taybetî li navçeya Cizîrê kirin.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi dil ve behsa rewşa xerap ya Sûriye kir û hêvî xwest ku çareseriyeke siyasî ya giştgîr hebe ji bo rizgarbûna pêkhatên Sûriye ji wê êş û tengasiyên ku çend sal in li holê daye.

Her wiha Serok Barzanî parastina asayîş û aramiya navçeyê û bihêzkirina bingehên pêkvejiyanê jî wekî bingehek ji bo vegerandina aramî û bexteweriya xelkê navçeyê bi pêwîst zanî.

Back to top button