CivakRojev

Serok Barzanî pêşwazî li Wijdan Kenan Egîd kir

Serok Barzanî pêşwazî li xanim Wijdan Kenan Egîd keça Kenan Egîd siyasetmedar û serkirdeyê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê û hevjînê wê Nezhan Newaf Nayif Paşa kir.

Wijdan Egîd keça siyasetmedar û serkirdeyê Kurd ê navdar li Rojavayê Kurdistanê Kenan Egîd e ku temenekî dûr û dirêj ji bo doza Kurdî di zindanên hikûmeta Sûriyê de derbas kiribû.

Çavkaniyeke nêzîk ji malbata Egîd ji Rûdawê re got, serdana Wijdan Kenan Egîd bo cem serok Barzanî wek “nîşandana wefadariyekê li beramber helwestên bilind û hêja yên Serok Barzanî yên derbarê doza Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê bûye.”

Kenan Egîd, sala 1938 li gundê Mezrê li herêma Dêrika Rojavayê Kurdistanê jidayik bûbû.

Di temenê ciwaniyê de, sala 1957 tevlî yekemîn Partiya Kurd li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-S) bûbû. Sala 1960 û sala 1964 jî ji aliyê istîxbarata Sûriyê ve hatibû girtin.

Kenan Egîd di sala 1970 de, weke endamê Qiyadeya Merhelî ya Partî anku PDK-S hatibû hilbijartin. Sala 1973an jî ligel Sekretetê Partiyê Diham Mîro û hejmarek endamên serkirdayetiya el-Partî hatibû girtin.

Kenan Egîd roja 11ê gulana 1996an li bajarê Helebê yê li bakurê Sûriyê wefat kir û cenazeyê wî li gortistana Dêrikê hat veşartin.

Back to top button