Macron ji nûve bû serokê Fransayê

 Li gor encamên destpêkê yên hilbijartina serokatiya Fransayê, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi bidestxistina piraniya dengan berbijêra rastgir Marine Le Pen şikest daye û bo cara duyemîn wek Serokkomarê Fransayê hatiye hilbijartin.

Hilbijartina serokatioya Fransayê deçserokê niha Emmanuel Macron serkeft ji nûbe bû serokê Fransayê.

Macron  %58,5ê de deng bidestxistine û  Marine Le Pen jî  %41,5 de deng bidestxistine.

Li gor encamên destpêkê, Macron bo cara duyem wek Serokkomarê Fransayê tê hilbijartin. Macron yekem kes e ku piştî sala 2002an du caran li pey hev dibe Serokkomarê Fransayê.

Piştî diyarbûna encamên destpêkê, berpirsên Ewropî pîrozbahiya serkeftinê li Macron kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: