Serok Barzanî li gel şanda Hevbendiya Fraksiyona Kurdistanî kombû
Li kombûnê da ku Dr. Roj Nurî Şaweys Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê li Bexda amade bû, Serok Barzanî bi xêr hatina şandê kir û şand jî bi axaftineke kurt de di derbarê çalakî û hevdîtin û cîvînên xwe yên li gel Fraksiyon û aliyê siyasiyê Iraqiyan li Bexda xiste rû.
Serok Barzanî kar û çalakiyên şandê bi girîng behs kir û ji bo wê yekrêziya ku li Bexda wekî Kurd û dûrî ji nefesa hizbayetiyê nîşandaye destxweşiyê li wan kir û dûpat jî kir ku ev hevdû nêzîkbûn û hevdîtinên wan hengavên bi sûd û başin, hem li xizmeta proseya siyasî û demokrasî û hem jî bi hemû pêkhatên wê ve li xizmeta gelê Iraqê daye.
Li beşekî dinê civînê de, Serok Barzanî rênîşanderên destûriyên pêwist bi pêkanîna Hikûmeta nû jî li gel şandê nirxand û cext li wê yekê kir ku ji bo pêkanîna Hikûmetekî hevbendî nîştimanî ku tu aliyek neyê îhmal kirin pêwîste hengavan baş bêne avêtin û ji bo karê paşarojê jî şand çend pêşniyarek jî pêşkêş kirin.