Serok Barzanî li gel partiyên Kurdistanê civiya
Duhî pênçşemiyê 16.09.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê li gel şanda danustankar ya Îtîlafa Fraksiyonên Kurdistanî civiya.
Di kombûnê da kar û çalakiyên şandeya kurdistanî li demên derbasbûyî de bi aliyên îraqî re û hevdîtinên serok Barzanî jî li gel hêz û aliyê siyasiyên Iraqê yên li ser pêkanîna hikûmeta nû hatin gotûbêj kirin.
Di vî warî de gûhertin û pêşketinên dawî jî hatin nirxandin û ronahî jî xistin li ser kar û bernameyên vê dawiyê yê şandeya danustankara herêma Kurdistanê li Bexdayê.
Her wiha di vê civînê de, cext li wê yekê hate kirin ku her çi zû ve hikûmeteke hevbeşa nîştimanî bête pêkanîn û ji bo pêkanîna vê mebestê jî biryar hate dayîn ku şandeya Îtîlafa Fraksiyonên Kurdistanî li ser danustandinê ya li gel firaksiyonên Iraqiyan da berdewam be.
Di mijareke dina vê kombûnê de tîşk xistin li ser wê destpêşxeriya ku biryare serok Barzanî pêşkêşî aliyên siyasiyên Iraqê bike bi mebesta tevgerandina pêvajoya siyasiya Iraqê û komkirina wan aliyên li ser bingeha tewafuq û dabeşkirina desthilatê da û li vî warî de jî şandeya danustankar piştgîriyê li wê destpêşxeriya serok Barzanî kir û tekîd jî li wê yekê kirin ku pêwîste çareseriya kirîza siyasiya Iraqê di destê Iraqiyan bête kirin.