Serokê hikûmetê pêşwazî li sefîrê Holendayê yê li Îraqê kir
Li Hewlêrê Berhemd Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Peter Van Leon sefîrê Holandayê yê li Iraqê û şandeya pê ra kir.
Di hevdîtinekê de behsa xurtkirina têkiliyên siyasî yên navbera herêma Kurdistan û Holandayê hate kirin û her du aliyan tekîdî li ser giringiya wan têkiliyan û pêwîstiya hevahengiyeke zêdetir di warên cihê de kirin.
Di axaftina xwe de Leon tevî behiskirina bername û projeyên sefaretxaneya holendî a li Iraqê, îşaret bi pêşveçûnên li herêma Kurdistanê hatine bidestxistin jî, kir. Di heman demê de aramî û berdewambûna prosesa avedankirina herêma kurdistanê bilind nirxand.
Di beşeke din a hevdîtinê de qala rewşa dawîn a Iraqê, bi taybetî hewlên pêkanîna hikûmeta Iraqê hate kirin û di vê çarçoveyê de jî tekîdî li ser pêkanîna hikûmeteke hevbeşa niştîmanî ku pêbendî destûr û mafên gelên Iraq û Kurdistanê be, hate kirin.