Cîhan

Hilbijartina li Swêdê û Pirsa Kurda

Rebuar Fredon Kurd e, ji bajarê Kerkûkê ye. Partiya Moderatan wî di hilbijartina îsal de weke nemzêtê belediya Stockholmê/aliyê Södermalmê nîşan daye. Di semînerekî em lê guhdarî dikin. Bi giştî li ser demokrasiya navxweyî radiweste û ji bo pêşketina Kurda bendekî giring dibîne.

Pedagokê teknîka informasyonê-IT ê ye, Rebuar. Ji destpêka salên 90 î heta niha di nava Moderatan de xebata xwe didomîne. Em hevpeyvîna pê re bi we re par vedikin.

– Tu di vê hilbijartinê de bi giranî li ser kîjan pirsan radiwestî?
R. Fredon: Kêmkirina bacê ji kesên hatina xwe kêm û normal in. Hilbijartina azad ji bo dibistan û lênerînê. Pirsên demokrasî, mafê mirovan, hizirkirina azad û hurmeta li hemberî hev.

– Tu di nava partiya xwe, bi pirsa mafê mirovan jî mijûl dibe. Li ser pirsa mafê mirovan û Kurda dîtina te çi ye?
R. Fredon: Pir giring e ku, em Kurd di despêkê de pirsa demokrasî û mafê mirovan cidî bigirin û ji bo danîna bingeheke bihêz gavan bavêjin. Lewma jî pir giringe ku niha,  dema ku em azad in û bi kêmasî perçeyek azad li başûrê welêt heye, em nîşanî cîhanê bidin ku em herdem gelek aştîxwaz bûn û em niha jî aştiyê dixwazin û hurmeta me mîna duhî niha jî ji mafê mirovan re heye.
 
EuroKurd News / Azad Heyder

Back to top button