Cîhan

Israyîl gefan li navendeke sûrî ya lêkolînan dike!!

 

Rojnama Jerouselem Post di jimara duhî de got ko berpirsê (komîta şerê terorê) li Israîl, Nîtsan Noryêl ji civata navnetwî xwestiye ko hişiyariyekê bide Sûrya ko yek ji navendên lêkolînên wê bê bombarkirin û rûxandin, eger Sûrya li ser çek kirina Hizbullah û Hemas berdewam be..

Nîtsan ev hişiyariyên xwe di zîrveya cîhanî de gotibûn, ya ko li (Instituta navnetewî ya dijî terorê) li Hirtsêlya li Israyîl pêk hatibû, û tê de herweha gotibû :” Pêwîst e ko civata navnetewî nameyeke vekirî ji Sûrya re rêke ko institut wê bê rûxandin eger ew careke din piştgîriya terorê bike”..Herweha rojnamê li ser devê bîroya serok wezîrê Israyîlê Netanyaho got ko merema Nîtsan (navenda lêkolînan) ya sûrî bû..û diyar kir ko Nîtsan ev navend tewanbar kiriye bi veguhestina çekan ji Hizbullah û Hemas re, yên ko îro hin çekên ko di destê wan de heyî li hinek dewletên Ewrûpa jî nînin..

Balkêş e ?
Close
Back to top button