Delegasyona Sosyal Demokratan diçe Amedê
Di dawiya 2009 an de, di bin navê operasyonên li dijî KCK ê, hejmarek mezin ji siyasetvanên Kurda li herêmê, parêzvanên mafê mirovan û xebatkarên dezgehên civakî hatibûn girtin. Girtina wan bibû sedema xemgîniyê û ji gelek deveran dengên nerazîbûnê li dijî helwêsta Turkiyê bilind bûbû. Dewletê li dijî kesên hatibûn girtin, dawe vekiribû. Daweya KCK ê di 18 cotmehê, saet 9.00 an li Amedê dest pê dike.
Partiya Sosyal Demokratên Swêdê li ser pirsê, ji bo hevdîtinên fermî pêk bihêne û di roja dadgehê li Amedê amade bibe, delegasyonekê dişîne herêmê. Li gorî zaniyariya gihiştiye navenda me, ji navenda partiya sosyal demokratan, siyasetvanên navdar Peter Hulqvist jî beşdarî gerê dibe.
Rola Evin Çetin di delagasyonê de giring e
Siyasetvana navdar û namzêda sosyal demokratan ji Stockholmê Evin Çetin di delegasyonê de rolek mezin hilgirtiye ser milê xwe. Çetinê li ser serdana sosyal demokratan wisa axifî:
Ji bo pêkanîna hevdîtinên fermî û amadebûna me di roja dadgehê de, em bi delegasyonekê diçin Amedê. Kesên bi dengê xelkê û bi rêya hilbijartinên demokratîk hatine hilbijartin, nûnerên civata xwe ne. Girtina wan bi şikilkî giştî û bi barkirina sûcan hepiskirina wan, li dijî demokrasiyê û mafê mirovan e û nikare bê pejirandin. Divê kesên hatine girtin serbest bêne berdan. Azadiya wan, ji bo pêkhatina aştiyê li herêmê û vebûna rêya diyalogê giring e. Divê girtinên giştî yê polîtîk li herêmê, li dijî dezgehên kurda bi dawî were.
Kurdocide Watch-CHAK diçe herêmê
Dezgeha mafê mirovan Kurdocide Watch-CHAK li ser pirsê beyanek belav kir. Li gorî beyanê, dema pêwîst be, dikarin bi delegasyonan re niwênerên xwe bişînin Kurdistanê. Dîtina CHAK ê li ser pirsê wisa ye: Ji bo ku girtinên giştî yê siyasî li herêmê bi dawî were û cihê xwe bide hezkirina mirovan, tolerans, guftugoyên erênî, diyalog û piştgiriya qonaxek erênî, em amade ne ku, bi delegasyonan re endamên xwe bişînin herêmê.
EuroKurd News