Cederfelt: Ez ji bo mafên kurda dixebitim
Margareta Cederfelt parlamentera Partiya Moderatan e û di vê hilbijartinê de careke din ji Stockholmê weke berendama parlamentoyê hatiye pêşkêşkirin. Ew di komîsyona Yekîtîtiya Ewropayê ya meclîsê de cî digire û ji nêz ve bi pirsa mafê mirovan mijûl dibe.
Sohbeta me li li ser Pirsa Kurda, li Stockholmê /Liljeholmenê pêk tê. Ji awirek erênê nêzî vekirina balyozxaneya Swêdê li Herêma Kurdistanê dibe. Em jî hêvî û daxwaziyên xwe, ji bo berdewema gavên wisa erênî li Herêmê dihênin zimên. Pirs tê ser Turkiyê. Hinekî radiweste û wisa dibêje: Divê bê pejirandin ku her welatek çanda xwe ya polîtîk heye. Zext û ji beyan û daxwaziyên hişk bêhtir em bi têkiliyên erênî û guftoguyên erênî di çarçoveya Yekîtiya Ewropayê de bawer in. Belê di vê çarçoveyê de mafê Kurda tê rojevê, li devera pêwîst em van daxwaziyên dihênin zimên. Bi hêja Cederfeltê re sohbeta me bi pirs û bersivan didome.
– Ji kerema xwe re xwe re, xwe ji xwendevanên me re bide nasîn û hinekî qala programa xwe ya hilbijartinê bike…
M. Cederfelt: Ez ji partiya Moderatan parlementer im. Ji bo careke din bême hilbijartin, ji Stokholmê weke berendama parlamentoyê hatime nîşandan.
Pêşerojê pirsgirêka herî mezin li Stockholm û Swêdê pirsa kar e. Ez li ser vê pirsê kur dibim. Divê bi karê tê kirin, qezenca mirovan zêdetir bibe. Pêwîst e hejmara şîrketan zêde bibe ku hejmara kar pirtir bibe. Bilindbûna refaha mirovan bi hebûna kar mûmkûn e.
Ez bi tevayê hîs û dilê xwe, ji bo pirsa mafê mirovan dixebitim. Li gorî min, her mirovek taybetiya xwe heye û divê her kesek weke mirov, xwedî qedir û qiymet bê dîtin. Dîskîrîmînekirina mirovan nikare bê pejirandin. Ez ê şerê xwe yê li dijî dîskrîmînasyona bi hemû rengan xurtir bikim.
Ez di komîsyona meclîsê ya ”raçavkirina xebatên hikumetê li gorî qanûnan” de kar dikim. Min li ser zaniyariya civakî xwendiye û her wisa hemşîretî kiriye. Min weke şef di dezgeh û şîrketên dewlet û yê taybetî de kar kiriye û tecrûbeya min heye.
Ez di vê hilbijartinê de li ser van bendan kur dibim:
1) Kar. Pir giring e ku hemû kes bi rêya karkirinê karîbe îdareya mala xwe bike
2) Hêsankirina pirsgirêkên fermî yê şîrketên biçûk
3) Pêkanîna xizmetên dibistan, sihet û lênerîne ji bo hemû kesan. Divê xizmeta bê pêşkêşkirin li gorî pêwîstiyan rengê xwe bistîne, ne li gorî cinsiyet anjî navnîşana mirovan
4) Mafê mirovan. Divê hemû kes xwedî heman nirxan be. Maf û berpirsiyariyên wan hebe.
– Em zanin ku tu nirxek mezin dide pirsên mafê mirovan. Di vê çarçoveyê de dîtina li ser Kurda çiye?
M. Cederfelt: Ez ji bo ku Kurd mafên nasname, çand û zimanê xwe bidest bixînin, dixebitim û kar dikim. Mîna hemu kesan, divê Kurd jî mecalên xwe hebin. Kurdên hatine Swêdê û li vir bi cî bûne, gelek dewlemendî pêşkêşî welatê xwe yê nû kirine. Ji pêşketina stabil li herêmên ku Kurd lê dijîn, xebatên piralî bibin. Kesên dixwazin vegerin welatê xwe ji heman îmkan û mecalan sûdan wergirin. Divê tu mirov ji ber koka xwe ya etnîkî nekeve bin zexta û tadeyî lê neyê. Ji bo ku rewşa Kurda lideverên lê dijîn baştir û bihêztir bibe xebat bê kirin û Kurd jî cihê xwe di vê xebatê de bigirin.
Bi rêya we ez silavên xwe hemu kesan re dişînim.
EuroKurd News / Gabar Çiyan