Kultur

Serlêdanên ji bo xwendina zanîngehên Başûrê Kurdistan destpêkir

Herêmê Kurdistan wekî her sal îsal jî xwendevanên li dervayê başur qebul dikin. Pêwîste ew kesên ku  dixwazin li herêmê Kurdistan bixwînin divê di nawa 10 rojê de li Hewlêrê qeydên xwe bikin

Her sal hazaran xwendevan serlêdana zanîngehên başûr dikin. Bi taybetî jî ji bakur rojhelat û rojaveyên Kurdistan serêlêdidin.Herwiha ji Ewropa Qafqasya û Kurdên ku li welatên din dijîn ji bo xwendinê zanîngehên başûrê tercîh dikin.

Kesên ku li ser înternetê serlêdanên daxwaza xwendînê kirin ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê Kurdistanê ve lîsteyê navê wan hatiye eşkerekirin.

Navenda Qebulkirina Xwendevanê daxwaz ji xwendevanan kir ku divê di navbera 14-24 Îlonê de Avahiya Sekreteriyê Yekitiya Xwendavanên Kurdistanê re serêlêbidin.

Di daxuyaniya de hat diyarkirin ku karên qeyd li Avahiya Sekreteriyê Yekitiya Xwendavanên Kurdistanê de tên çêkirin û ger xwendavanên ku di navbera rojên 14-24 Îlonê de qeydên xwe nekin mafê xwendinê jî winda dikin.

Back to top button