Polîtîk

Li Colemergê mayîn teqiya : 10 Kes jiyana xwe ji dest dan

Li nêzîkî Colemergê  ji ber teqîna mayînê, gelek kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî brîndar bûn.

Bûyer  danê sibehî di navbera beldeya Durankaya û gundê Geçitliyê de ji ber teqina mayînê qewimiye. Ji ber teqînê herî kêm 10 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî bi awayekî giran brîndar bûn.

4 brîndar li nexweşxaneya Colemergê di bin tedawiyê de ne.

Waliyê Colemergê Muammer Turker da zanîn ku di navbera brîndaran zarokek jî heye.

Nasnameyên kesên ku hatine kuştin

Aydın Erol (30)

Eşref Gür (32)

Enes Erol (22)

Şirin Kurt (23)

Abuzeyt İdem (40)

Cane Dayan (50)

Zarife Çiftçi (25)

Semiha Dayan (35)

Nurullah Çiftçi (2)

Umut Çiftçi (3)

Navê Brîndaran

Özgür İdem, Sudenaz Kurt, Berivan Dayan, Zeynep Kurt (6 mehî)

 

Back to top button